Li Kabîlê di êrîşa li ser dibistanê de 20 kes mirin

Li Afganistanê dibistanek hat hedefgirtin, di encama êrîşê de piraniya wan zarokên keç 20 kesan jiyana xwe ji dest da 35 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Afganistan Kabîlê ku niştecihên Hezara yên Şîe lê zêde ne êrîşek li dijî dibistanek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê hat ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane ku piraniya wan xwendekarên jin in. Hat ragihandin ku 35 kes bi birîndarî rakirine nexweşxaneyan, gelek welatî jî li ser lingan hatine dermankirin.

Yekîneyên ewlehiyê yên Kabîlê diyar kirin ku piştî êrîşa ku duh çêbû, ji ber zêdebûna hejmara miriyan bi fikar in.

Ji ber ku duh li Afganistanê "îmtîhana têketinê" hat kirin, roja Înê perwerde nayê kirin, hat ragihandin ku di dibistanan de hemwelatî hene lê hê tu rêxistinê berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Li herêmên ku Hazarî lê dijîn, bi taybetî jî li Kabîlê ji aliyê barbarên DAIŞ'ê ve gelek caran êrîşên hovane tên kirin û jinên çalakger ên Afganî jî bi gelek caran gotinên "na ji komkujiya Hazaran re", "na ji qirkirinê re" hewl didin balê bikşînin ser mijarê.