Li Japonyayê Newroz hat pîrozkirin

Kurdistanî û dostên wan Japonî yên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn, bi hev re Newroz pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan – Kurdistanî û dostên wan ên Japonî yên li Tokyoya paytexta Japonyayê dijîn, bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Zêdeyî 2 hezar kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya ku li Parka Akigase ya nêzî paytextê hat lidarxistin bûn.

Ji bo mexdûrên erdhejê banga piştgiriyê kirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî peyam şand, Hevserokê PYD'ê Salih Muslim jî bi rêya lînka înternetê beşdarî pîrozbahiyê bû. Di pîrozbahiya ku Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê amade bûn de, ji bo dermankirina birînên erdhejên 6'ê Sibatê yên li navenda Mereşê, banga yekitî û yekîtiyê hat kirin.

Pîrozbahî bi koma Dengê Jinên Japonyê ku ji hunermendên Japonî û Kurd pêk dihat bi dawî bû. Li Japonyayê ji ber şewba vîrusa koronayê Newroz 3 salan nehat pîrozkirin.