Li Japonyayê di encama erdhejên li pêy hev de hejmara miriyan gihîşt 30’î

Di erdhejên ku li parêzgeha Işikawa ya li rojavayê Japonyayê û li peravên Nîvgirava Noto ya li vê herêmê pêk hatin de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. Serokwezîr Kishida Fumio got: "Rizgarkirina jiyanê pişbirkek li dijî demê ye."

Navenda Nûçeyan - Li gor daxuyaniya Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), duh li Nîvgirava Noto û li peravên Işikawayê li rojavayê welêt gelek erdhejên bi pileya 5 heta 7’an çêbû. Di 2'ê Çileyê de li gorî saeta herêmî saet 10.17'an li peravên Nîvgirava Notoyê erdhejeke din a bi mezinahiya 5,6 pêk hat.

Hişyariyên tsunamiyê hat rakirin

JMA di daxuyaniya xwe ya derbarê tsunamiyê de ragihand ku hişyariya tsunamiyê li peravên Ishikawa jî di nav de seranserê herêmê hatiye rakirin. Hat ragihandin ku ji ber şewata li bajarê Wajima ya li Nîvgirava Notoyê ku piştî erdhejê rêyên ku lê rûxiyane, nêzî 200 avahiyên li derdorê zirar dîtine. Hat diyarkirin ku şewat danê sibê hatiye kontrolkirin.

Avahiya 7 qatî li kêlekê qelîbî

Di dîmenên televîzyona dewletê NHK de, avahiyek 7 qatî ya li Wajima li kêlekê qelîbî hatiye dîtin. Walîtiya Îşikawayê ragihand ku ji ber erdhejên li herêmê 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daxwaza walîtiya parêzgehê, 1000 personelên Hêzên Erka Xweparastinê ya Japonyayê ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin.

50 hezar kes hatin tehliyekirin, 14 kes jî li benda rizgarkirinê ne

Hat diyarkirin ku li tevahiya herêmê nêzî 50 hezar kes hatin tehliyekirin û 14 kes jî li noqteyên cuda di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne. Hat ragihandin ku li seranserê eyaletê li 19 saziyên tenduristiyê ceyran qut bûye, di heman demê de refên hilberan ên li market û firotgehan vala bûn.

Serokwezîr Kishida Fumio: Rizgarkirina jiyanê pêşbirkek li dijî demê ye

Serokwezîr Kişîda Fumio, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ketina herêmên bakurê Nîvgirava Notoyê ji bo çûn û hatina herêmê gelekî zehmet e. Kişîda Fûmîo, diyar kir ku hikûmeta navendî amadekariyên bikaranîna keştiyan ji bo gihandina malzemeyên alîkariyê ji herêmê re dike û got: "Her ku dem derbas dibe, bandora felaketê zêdetir xuya dike. Rizgarkirina jiyanê pêşbirkek li dijî demê ye."

Di seferên trênê de derengî çêbûn

Hokuriku, ku xizmeta herêmê dike, ragihand ku di gelek seferên li ser xetên trêna bilez de heta 11 saetan derengî çêbûye. Hat diyarkirin ku seferên trênê yên ji bo Îstasyona Kanazawa ya li navenda Îşikawayê heta nîvro hatiye sekinandin.

'Di santrala nukleerê de neasayîtî nehat dîtin'

Li gorî agahiyên ji aliyê Ajansa Împaratoriya Japonyayê (Kunaicho); Hat diyarkirin ku di Santrala Nukleerî ya Chicayê ya ku ji xizmetê derketiye de ku li aliyê rojavayê Nîvgirava Notoyê ya ku xwediyê wê Hokuriku Electric Power (Rikuden) ye, tu neasayîtî nehat dîtin. Li gor daxuyaniya Saziya Birêkûpêkkirina Nukleerî ya Japonyayê, di santralên nukleerî yên li parêzgehên Niigata û Fukui yên li nêzî navenda erdhejê de cih digirin jî tu neasayîtî nehatine dîtin. Di daxuyanîya ku ji aliyê Navenda Agahdarîya Jeospatîal a Japonyayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di tehlîlkirina erdhejan de hat tespîtkirin ku axa Wajima ya li peravê 1,3 metre ber bi rojava ve çûye.