Li Italyayê pêşnûmeya "Ji karê wekhev re heqê wekhev" hat qebûlkirin

Dema ku li Îtalyayê pêşnûmeya ji karê wekhev re heqê wekhev, li baske jêrîn a parlamentoyê hate qebûl kirin, parlamenter Chiara Gribaudo, ku amadekariya pêşnûme zagonê kir, wiha got "Em wê diyarî hemî jinên ku li hundur û derveyî parlamentoyê têkoşînê dikin, dikin. Karê wekhev, heqê wekhev, em wekhev in. ”

Navenda Nûçeyan- Pêşnûmeya ku bi navê "zagona heqdesta wekhev" a li Italyayê ji bo jin û mêran meaşê wekhev distînin hati amadekirin, li Meclîsa Nûneran bi yek dengî hat qebûlkirin. Pêşnûme di bin serokatiya Cîgira Partiya Demokrat Chiara Gribaudo ve de hate amadekirin. Chiara Gribaudo ya ku pîrozbahiya derbaskirina zagonê biparvekirina peyamêk li ser hesabê xwe yê medya dijîtal kir û wiha got, "Meclîsa Nûneran bi yekdengî fatûreya mûçeya wekhev pejirand! Em vê diyarî hemû jinên li hundir û derveyî parlamentoyê têkoşînê dikin, dikin. Karê wekhev, heqê wekhev, em wekhev in."
Dê avantaj ji şîrket ku sertîfîkayan werdigirin re bên peyda kirin
Ji bo ku pêşnûme bibe zagon, divê baskê din a meclîsa jî ji Senatoyê derbas bibe. Ger pêşnûme bibe zagon, xwedan kar bi pêkanîna polîtîkayek ji karê wekhev re heqê wekhev "sertîfîkaya wekheviya zayendî" bistîne. Dê avantajên darayî ji şîrketên ku sertîfîkayê distînin re were peyda kirin. Şîrketên ku zêdetirî 50 karmendên wan hene dê neçar bimînin ku bi rêkûpêk raporên karmendan amade bikin. Ger ev rapor ne temam yan jî ne rast werin dîtin, li şîrketan cezayê perê were birîn.