Li Iraqê mirina jinan a bi guman bi navê xwekuştinê dikeve qeydan

Li Iraqê sala 2020’an sala ku herî zêde bûyerên bi navê întiharê lê hatine jiyîn e. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane diyarkirin raporên sexte hatine amadekirin mirina bi guman a jinan wekî intihar hatine qeydkirin.

Li Iraqê sala 2020’an sala ku herî zêde bûyerên bi navê întiharê lê hatine jiyîn e. Li gorî agahiyên  ku çavkaniyên herêmî dane diyarkirin raporên sexte hatine amadekirin mirina bi guman a jinan wekî intihar hatine qeydkirin.
Baxda - Li Iraqê di sala 2020’an de 644 bûyerên bi navê întiharê hatin qeydkirin. Tê diyarkirin ku ji vana 276 jê jin in. Ji vana 139 bûyer li paytexta Iraq Bexdayê pêk hatine. Piştî paytexet Bexdayê bajarên ku hejmara întiharê li wan herî zêde ye Besra, Zi-Qar û Mûsil in. Rayedarên Iraqê her çendî ku bûyerên mirinê bi navê întiharê ragihînin jî sedema vê yekê jî rewşa aborî were dîtin jî balê dikşînin ku pirsgirêka bingehîn şêweyê jiyana civakê û azadiya takekesî ye.   
Mirina jinan wekî întihar dikeve qeydan
Li Iraqê hejmara mirina bi navê întiharê ya ketiye qeydan bi awayek berbiçav zêde bûye, di heman demê de guman jî mezin dibin. Li gorî daneyan ên ku jiyana xwe ji dest didin piraniya wan ciwan in. Li gorî çavkaniyên herêmî tê îdiakirin ku bi taybetî di bin navê întiharê de qeyda 12 jinên ciwan qeyda mirina wan sexte hatiye amadekirin û di sala 2020’an de bi navê namûsê 12 jinên ku hatine qetilkirin, bi navê întiharê ketine qeydan.    
Bûyerên întiharê di sala 2020’an de zêde bûn
Her wiha saziyên mafên mirovan didin zanîn ku bûyerên întiharê li Iraqê di sala 2020’an de gihîştine hejmara herî zêde. Li gorî agahiyan dane ev in: “Di sala 2020’an de hejmara bûyerên întiharê gihîştye 644’an. Piraniya van bûyeran li Bexdayê pêk hatine. Tenê li wê derê 139 bûyerên întiharê pêk hatine. Li Basrayê 86 bûyer, li Zi-Qar 80 bûyer û li welayeta Nînova Mûsilê 69 bûyerên întiharê çêbûne. Bûyerên li navçeyan jî di raporek din a bûyeran de hatine berhevkirin.”