Li Iraqê jinek bi asîtê hat şewitandin
Ji ber redkirina zewacê sûcên herî hovane li dijî jinan de tên kirin. Di van demên dawî de li gelek welatan sûcên hovane hatin kirin 2 jin ji ber zewacê qebûl nekirin hatin qetilkirin di bûyera dawî de jî jinek ji rûyê xwe bi asîtê hat şewitandin, tenê ji ber ku red kir bizewice.
Navenda nûçeyan- Li Iraqê bi sedan çîrokên jinên Iraqê yên ku bûne qurbaniyên tundûtûjiyê rojane tên vegotin. Piştî ku bikarhênerên medyaya civakî di hefteya borî de qetilkirina herdû jinên Sûriyeyî yên bi navê "Sîlva El-Hûnêdî" ku li Tirkiyeyê hat qetilkirin û ya bi navê "Meryem El-Mihemed" li Urdinê hatibû qetilkirin, belavkirin, li Iraqê jî bûyerke herî hovane rûda. Jina bi navê Meryem El-Rekbanî bi awayekî cuda rastî tundiyê hat.
Çalakvan daxwaza rizgarkirina jinên Iraqî ji tundûtûjiya ku li dijî wan tê kirin, dikin û teqez dikin ku rizgariya ji tundiye tenê bi derxistina qanûnek li dijî şîdeta nava malbatê dikare pêşî lê were girtin û gavên mayî jî dikevin rêza duyemîn.
Tenê ji ber ku zewac red kir hat şewitandin
Jina Iraqî ya bi navê Meryem El-Rekbanî ya 20 salî, beriya 7 mehan dema ku ew di mala xwe de razayî bû rastî êrîşeke hovane ya bi asîdê ji aliyê mêrekî ve hatibû, ji ber ku wê red kiribû bi wî re bizewice, di encama vê êrîşa bi asîdê de rûyê Meryem bi giranî şewitîbû.
Di 16'ê Kanûna de dezgeha dadwerî ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir ku heta niha jî proseya lêkolînê der barê kesên bi sûcê ji aliyê malbata mexdûr ve giliyê wan hatiye kirin hê jî didome. Her wiha bal kişandin ku dadgehê biryar da ku ew vê dosyayê radestî yekîneya lêkolîna tawanan a Bexdayê bike da ku hewldanên zêdetir ji bo komkirina belgeyan li dijî tawanbaran bide.
Çalakvan teqez dikin ku bilezkirina derxistina zagona qanûna jin û zarokan dikare ji bo parastina malbatê kar bike û divê di heyama bê de ev yek ji bo karê parlamentoyê bibe sereke.