Li Iraqê hilbijartin bi dawî bûn
Li Iraqê hilbijartinên Meclisa Giştî ya Parêzgehan bi dawî bûn. Jin zextên ku di pêvajoya hilbijartinê de rast hatine vegotin û gotin ku dê kesên hatine hilbijartin der barê azadiya jinan de guhertinek çêbikin.
NUR AL-MARSOUMİ
Iraq- Duh paytexta Iraqê Bexda jî di nav de li bajarên başûrê welat, Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn, Diyala û Selahedînê ku namzedên Kurd jî hebûn, gel ji bo hilbijartinên herêmî çû ser sindoqan.
Hilbijartinên ku piştî 10 salan li 15 parêzgehan hatin kirin, bajarên Herêma Kurdistanê tê ne tunebûn. Dengdana ji bo Hilbijartina Meclisa Giştî ya Parêzgehê, di 18’ê Kanûnê saet 07.00’an de dest pê kir û di saet 18.00’an de jî bi dawî bû. Li 166 navendên hilbijartinê 35 hezar û 553 sindoq hatin danîn. Di hilbijartinan de 15 milyon û 108 hezar û 135 kesan dengê xwe dan. Li tevahiya 15 parêzgehan 70 partî û koalîsyon ji bo bidestxistina 285 kursiyan hevrikî kirin, nêzî 6 hezar namzed bi awayekî serbixwe beşdarî hilbijartinan bûn. Ji 285 kursiyan 75 ji bo kotaya jinan hatin veqetandin; 10 kursî ji bo Kurdên Xirîstiyan, Êzidî, Şebek, Saîbeya Mendaiyan û Feylî kotaya hindikahiyê bûn. Tê payîn encamên teqez di saetên êvarê de bên eşkerekirin.
Namzedên jin hatin astengkirin
Li welat ji sala 2013'an û vir ve cara ewil gel ji bo hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Parêzgehê çûn ser sindoqan. Hilbijartinên ku pêwîstî her 4 salan carek bihatana kirin, piştî sala 2013’an ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, ewlekarî û bêîstiqrariya siyasî nehatibû pêkanîn. Di pêvajoya hilbijartinê de jî gelek namzetên jin bi tacîz û hedefgirtinê xebatên wan hatin astengkirin. Parlamenter Mahdîa Abdel Hassan, mijar ji ajansa me re nirxand.
Mahdîa Abdel Hassan, diyar kir ku jinên Iraqê ji ber kevneşopî û adetên civakî û sînordarkirina feraseta serdest a mêr, di rastiya civakî de rastî gelek metirsiyan tên û wiha got: "Em difikirin tevî serkeftinên jinan bidestxistin û pozîsyonên lîdertî û wezîrtiyê jî, ne di asta tê xwestin û ne asta têkoşîna dixwazin de ne.”
'Divê kota herî kêm ji sedî 25 be'
Mahdîa Abdel Hassan, anî ziman ku divê li şûna 3 wezîran 6 wezîr hebin û wiha axivî: “Ji ber ku hem di nava malbatê û hem jî nava civakê de di navenda tevgerê de jin hene. Lê belê feraseta mêrsalar cihgirtina jinan a di pozîsyonên pêşeng de asteng dike. Madeyek destûra bingehîn a vekirî û zelal ku pêşbînî dike jin hem di qanûndanînê hem jî dezgehên rêveberiyê de di pozîsyonên biryardayînê de cih bigrin heye. Li gorî zagonê divê ev rêje ji sedî 25 kêm nebe. Sedema vê yekê jî kontrolkirina mêr, nêrîna civakê û kevneşopî û adetên modala wan derbas bûye ye.”
'Divê jin xwe îsbat bikin'
Mahdîa Abdel Hassan, diyar kir ku divê jin li hemberî van hemû zextên civakî xwe îsbat bikin û wiha axivî: "Her wiha tenê piştgiriya jinan têrker nîn e divê piştgirî ji aliyê herdu zayendan ve bê dayîn, ji ber ku mijar di jiyana kar de pêwîstî bi temamkeriyê dibîne. Tevî ku ez ji derdorek polûlerim jî, bi saya biryardarî, îradeya xwe û piştgirîya ku malbata xwe, min ezmûnên ku hatina min a pozîsyonên lîdertiyê misogerkirin jiyan kir. Dema min perwerdeya lîsansê digirt, hatim tesvîkkirin ku bikevim sektora siyaset e û di qada sivîl de wek profesora zanîngehê û aktîvîst destbi karê xwe kir. Piştre tevlî kampanyaya hilbijartinan bûm û niha parlamenter im. Gelek ezmûn û parêzbendiya min ên ku dê bikaribim li dijî hemû zehmetan têbikoşim heye. Ji bo jinek hemû zehmetiyan derbas dike, divê xwedî xwebaweriyê be.”
'Em difikirin dê guhertinan biafirînin’
Hilbejêr Buthaina Younis jî, diyar kir pêvajoyên hilbijartinê pêvajoyek makeqanûniye û wiha got: “Em naxwazin navên berê bên hilbijartin, ji ber ku me ji wan tu guhertineke berçav nedît. Em benda hilbijartina navên nû ne. Em hêvîdarin navên nû dê guhertinekê çêbike û li hemberê daxwazên me biadil bin. Her wiha divê jin di xebatên hilbijartinê de roleke girîng dilîzin." makeqanûnî
'Pêwîstî bi komeke ku biparêze heye’
Înaam Abbasse, destnîşan kir pêwîstî bi komeke ku mafên jinan diparêze û nêzî jinan be heye. Înaam Abbas, wiha got: “Em mêran red nakin lê jin berevajî mêran, dikarin pêwîstiyên jinan, pirsgirêkên dijîn û rêyên çareseriya van pirsgirêkan baştir analîz bikin û siyaset hilberînin. Di warê îfadekirina pêwîstiyên jinan û xwestinê de xwedî azadiyek hîn zêdetir in.”