‘Li Iraqê hikumet tu derfetê nade endezyarên jin’
Endezyarên jin ên di qada çandiniyê de li Iraqê ku beşdarî foruma jinan bûn gotin: "Hikumet tu derfetê nade endezyarên jin ev jî dibe astengî li pêşiya xebata wan bi taybetî endezyarên astengdar.”
NÛR EL MERSÛMÎ
Iraq – Sandîkayên Endezyarên Çandiniyê duh forumek jinan bi hevkariya kovara Xanima Yekem li navenda sendîkayê li dar xistin. Di vê forumê de endezyarên jin ên çandiniyê, çalakvanên civaka sivîl, jinên astengdar û jinên karsaz beşdar bûn. Ev forum bi armanca pêşxistina rola jinan bi taybetî yên endezyarên çandiniyê ji bo ku bikaribin projeyên xwe ava bikin û mafên xwe bi dest bixin, hat lidarxistin.
'Ji bo vekirina derfetên kar pêwîstî bi komîteyek hebû'
Seroka komîteya endezyarên çandiniyê di sendîkaya endezyaran de Şefa Mecîd qala armanca foruma ku li dar xistine kir û got: "Piştî berfirehkirina komîteyên li navçeyên curbicur ên Iraqê bi armanca pêşxistina rola endezyarên jin ên çandiniyê di qada çandiniyê de, komîteyek hat avakirin. Aramanc bi vê komîteyê ew bû ku derfetên kar di saziyên hikumetê de ji endezyaran re çêbibin an jî rê li pêşiya vekirina projeyên cuda ji jinan re vebe. Weke projeyên xwedîkirina mêşên hungiv û projeyên din girêdayî çandiniyê. Ji salê 1970'yî ve ez piştgiriya jinên gundan dikim ji bo di warê aborî de xwe bi pêş bixin ji xwedîkirina lawiran bigre heya çêkirina hingiv û projeyên çandiniyê yên din. Lê mixabin ji ber cudahiya polîtîkayên çandiniyê, van însiyatîfan berdewam nekir.”
'Em hewl didin asta endezyarên jin bilind bikin'
Seroka Endezyarên Çandiniyê Nûriyê El Mewsûmî armanca avakirina komîteyê bi lêv kir wiha û got: "Armanc bi vê komîteyê ew e ku em asta endezyarên çandiniyê yên jin bilind bikin û derfetên kar di saziyan de ji wan re ava bikin ew jî bi riya lidarxistina perwerdeyên domdar e. Derfetên kar ên guncav divê ji wan re peyda bikin û ji kar re wan amade bikin."
'Astengdariya min nebû bend li pêşiya xeyalên min'
Endezyara çandiniyê Nexim Xidir Elyas ku ew bi xwe astengdar e behsa armancên xwe yên jiyanî kir û wiha pê de çû: "Astengdariya min nebû bend li pêşiya pêkanîna armanc û xeyalên min. Min pola xwendinê ji bo qebûlkirina di beşa endezyarên çandiniyê de girt. Tevî dûrbûn û zehmetiyên ku min dîtin jî dîsa teslîmiyetê qebûl nekir û xwendina xwe bi serkeftî qedand lê ji aliyê hikumetê ve me tu piştevanî nedît, derfetên kar ji me re çênebûn. Ev jî bû sedem ku dev ji pîşeya xwe berdim û niha di rêxistinên civaka sivîl de weke çalakvana mafên kesên astengdar dixebitim, hewl didim mafên wan bi dest bixim."
'Hikumet ji ber astengdariya me derfetên kar çênake'
Ji weqfa Jiyan bo kesên Ker û endamê Kombûna Astengdaran a Iraqê Şems Ehmed diyar kir ku ji ber ew ker e ji zaroktiya xwe ve bi astengiyan re rûbirûyî maye. Şems Ehmed wiha got: "Ji ber biryarên hikumetê ku nahêle kesên astengdar xwendina xwe temam bikin, tenê heya refa çaremîn min xwend. Bi hebûna wergêrên nîşanan em niha dikarin beşdarî kongre û çalakiyan dibin. Her wiha Kombûna Astengdaran jî cih da me em di nava wan de bijîn û pîşeyên xwe berdewam bikin. Ez dixwazim bibim endezyar an jî parêzer lê ji ber biryarên hikumetê em nikarin xeyalên xwe jî pêk bînin. Daxwaza me ji hikumeta Iraqê ew e ku derfetan ji bo temamkirina xwendinê ji me re ava bike û nebe bend li pêşiya xeyalên me."
'Ji bo kêmkirina qirêjiya jîngehê di nava xebatê de me'
Seroka Endezyarên Çandiniyê Sehar Elî bal kişand ser karê xwe di qada çandiniyê de û got: "Min di warê geşedanên domdar ên çavkaniyên xwezayî de û di stasyonên lêkolînê de gelek lêkolîn kirin. Min di stasyonên me yên lêkolînê de ziblên organîk jî bi kar anîn û asîdên humic ji bermahiyên nebat û lawiran derxist. Encam jî erênî bûn. Her wiha ji bo kêmkirina qirêjiya jîngehê ji bermahiyên zibaleyê û kêmkirina ziblên mîneral ên ku dibin sedema derketina gazê, dixebitim."
'Neçar mam di qada taybet de bixebitim'
Endezyar Selwa Nûn El Nûrî ji ber ku derfet di qada hikumetê de jê re nehat dayîn neçar ma berê xwe bide qadên taybet ên çandiniyê û wiha pê de çû: "Hikûmeta Iraqê tu piştgiriyê nedaye me, heta ku em xwe nedin karên çandiniyê yan jî derfetên taybet ji bo daxwaza krediyên çandiniyê ji bankayê, pêwîstiya me bi dabînkirina kefîlek heye. Ji ber vê yekê, em hêvî dikin ku qanûnên ji bo piştgirîdayîna ciwanan tên derxistin, guncav bin ku karê wan di qada taybet de hêsantir bike."