Li Idlibê kampên bi kon barê jinan girantir dikin

Li Idlibê jinên ku neçar man ji cih û warên xwe derkevin û li kampên bi konan de bijîn, hem karên paqijiyê û çêkirina xwarinê li ser milên wan e hem jî li dijî zehmetiyan têdikoşin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib – Li Idlibê jinên ku neçar man ji cih û warên xwe bibin û di kampên konan de dijîn barê wan  girantir bûye. Jinên ku di konan de karê paqijî, xwarin çêkirinê û lênêrînê dikin jî ji bo debara jiyana malbatên xwe bikin bi zehmetiyên jiyana kar re rû bi rû dimînin. Yek ji wan jinan jî Raeda Al-Khaled a 32 salî ye. Raîde El-Xalid ku li kampên sînorê bajarokê Atma yê li bakurê Idlibê dijî, piştî ku hevjînê xwe ji ber şewba vîrusa koronayê winda kir, hemû barê malbata xwe girt ser milên xwe.

‘Dema ez diçim kar zarokên xwe li gel xizmên xwe dihêlim’

Raeda Al-Khaled  a ku ji bo debara malbata xwe bike di kare çandiniyê de dixebite û dema diçe kar neçar dimîne zarokên xwe li gel xizmên xwe bihêle wiha got: “Tenê ez debara malbata xwe dikim. Dirêjahiya saetên kar, berpirsyariya malê, xwedîkirina zarokan û gelek barê ku ketiye li ser milên min di min de stres dide avakirin. Ji ber van sedeman ez baş nikarim zarokên xwe bişopînim, mijûl bibim. Westandin û stresa ku bi min re çêdibe dihêle ku ez nikaribim zarokan re jî mijûl bibim.”

‘Gelek jin ji bo pêşeroja zarokên xwe neçar dimînin dest ji karê xwe berdin’

Raeda Al-Khaled di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji ber rewşa aborî ya ku her diçe xerab dibe neçar dimîne kar bike û wiha pê de çû:

“Ez hîs dikim ku zarokên xwe îhmal dikim lê ez neçar im. Bihabûn her diçe zêde dibe. Dema em mûçeya xwe û bihabûnê tînin cem hev mûçeya me pir kêm dimîne. Bes em dikarin bixebitin nexwe em nikarin debara xwe bikin. Ji ber bihabûna xurekan ez dikarim tenê nan û sebzeyan bikirim. Ji bo karê malê û baş li zarokan mêze bikim karek guncaw geriyam bes min nedît. Kurê min ê mezin sala were dê dest bi dibistanê bike dê bêhtir eleqe jê re pêwîst bike lê ji ber şert û mercan ev pir zehmet xuya dike. Ji bo jinên kedkar zehmet e ku hevsengiyek di navbera karê malê û kar de ava bikin. Gelek jin ji bo pêşeroja zarokên xwe neçar dimînin dest ji karê xwe berdin.”

‘Nefeqe têrê nake loma li kar digerim’

Fatima El-Adûl a 28 salî ku li kampên bajarê Meşhed ê Ruhîn li bakurê Idlibê dijî got ku ji ber di dema zewaca xwe de rastî tundiyê hatiye dev ji hevjînê xwe berdaye. Fatima El-Adûl, anî ziman ku ew û du zarokên xwe her dem di bin zextên derûnî de dijîn û wiha got: “Nefeqeya ya ku min piştî hevberdanê girt tenê têra şîr û hefadên 2 zarokên min dikir. Min malek kirê kir û ez li karekî guncav digerim.”

'Divê piştgirî ji jinên hevberdayî re bê kirin'

Şêwirmenda Malbat û Civakî Sûad El-Sabîh diyar kir ku jinên barê malbata xwe digrin gelek zehmetiyan dikşînin û dema ku neçar dimînin bixebitin jî rastî zextên civakî tên. Sûad El-Sebîh destnîşan kir ku divê jin bi taybetî di qonaxa hevberdanê de bên destekkirin û wiha got: “Ji bo bidestxistina mafên xwe û zarokên xwe divê mesrefên nefeqeyê li gorî şert û mercên jiyanê û aborî bên zêdekirin. Ev yek dikare barê jineke ku hevjînê xwe berdaye gelekî kêm bike. Bi vî awayî jinên hevberdayî dikarin jiyana rehetir bijîn bêyî ku ji kesê alîkariyê bigrin."