Li Idlibê ji ber bermahiyên şer du zarok mirin
Li bajaroka Heyş a li gundewarê başûrê Idlibê di encama teqîna mayînek de ku bermayiya şer e, ji heman malbatê du zarok mirin, du zarok jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Bermahiyên şer ku di nav de mayîn û teqemeniyên neteqiyayî (UXO) hene, li deverên cuda yên Sûriyeyê jiyana sivîlan ji dest wan distînin. Zarok di nav qurbaniyên wan ên herî berbiçav de ne. Ji ber nebûna jîngehek bi ewle û bernameyên bi bandor ên ji bo rakirina wan tune, mirov nizanin kengî û çawa dê rastî van teqemeniyan bên.
Li tomarê mirinên ji ber teqîna teqemeniyên neteqiyayî. yek din jî zêde bû. Bûyer li bajaroka Heyş a li gundewarê başûrê Idlibê qewimî. Di encama teqîna mayînek ku bermayiya şer e de, ji heman malbatê du zarok mirin, du zarok jî birîndar bûn.
Ji destpêka îsal ve, hejmara mexdûrên sivîl ên ji ber teqîna tiştên ku ji ber şerê Sûriyeyê mane, gihîştiye 477’an. Di nav wan de 132 zarok û 28 jin hene. 521 kesên din jî birîndar bûne. Di nav wan de jî 235 zarok û 14 jin hene.