Li Idlibê cilên reş li ser jinan tê ferzkirin

Li Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ’ê de ye li ser jinan li xwe kirina cilên reş tê ferzkirin. Jinan anîn ziman ku gef li wan tê xwarin û ji bo bikaribin jiyana xwe bidomînin neçar dimînin cilên reş li xwe bikin.

HELA EL EHMED

Idlib – Li Idliba di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên Heyet Tehrîr El-Şam de ye li ser jinan ferzkirinên cûr be cûr tê meşandin. Jinên ku destnîşan kirin tê xwestin qada jiyanê li wan bê tengkirin, anîn ziman ku ji ber gefên HTŞ neçar tên hiştin ku cilên reş li xwe bikin.

‘Ferzkirina cilên reş ji bo olê ye gelo?’

Hisniye Şawîş a 22 salî ku lixwekirina cilên reş lê hatiye ferzkirin, anî ziman ku ji bo bikaribe kar bike neçarî cilê reş maye û wiha got: “Lixwekirina van cilan gelekî min tengav dike û difetisîne. Ez nikarim vê rastiyê biguherînim. Bi darê zorê van cilan li xwe dikim ji ber ku di tevahî saziyên girêdayî HTŞ’ê de ev yek tê ferzkirin. Niha dema em dixwazin li yek ji dibistanên rewa kar bikin, yek ji şertên sereke ew e ku cilên reş li xwe bike ji bo were qebûlkirin. Ji ber xizanî û kêmbûna derfetên kar neçar mame şertan qebûl bikim û bi cilên reş dest bi karê xwe bikim. Dema ku min dît hemû xwendekar, mamoste û rêveber cilên reş li wan in, gelek matmayî mam û min ji xwe pirsî; gelo ferzkirina van cilên reş li ser van zarokan di olê de heye?”

‘Ez êdî nikarim bi awayekî azad cilan li xwe bikim’

Meha El Sehsûh a 14 salî wiha got: “Ez nikarim bêyî cilên reş ji malê derbikevim. Ez nema dikarim cilên xwe bi rengekî azad li xwe bikim. Her dem tirsa ku em ê rastî tengaviyan yan jî cezayên çeteyan bên heye. Lixwekirina cilên reş li cem min ne hilbijartineke olî ye, tiştek ku bi darê zorê li ser min hatiye ferzkirin e.”

‘Gef li min xwarin’

Selma Felah a 30 salî wiha got: “Ez biryara bi darê zorê ya lixwekirina van cilan qebûl nakim, gelek jin li dijî vê ne û ji bo danîna cilên reş li derfetan digerin. Piştî ku dema di riya Sermeda de ber bi Idlibê ve dihatim, yek ji bendên kontrolê yên HTŞ’ê ez rawestandim û ji min pirsîn çima te cilên reş li xwe nekirine û gef li min xwar. Ez bêdeng mam ji ber min nexwest bi wan re bikevim nîqaşê û ji bo ez ji aliyê wan ve rastî binpêkirinan neyêm min got; ‘ez ê cara were li xwe bikim.’ Min ji wê rojê ve ji neçarî van cilan li xwe bikim.”