Li Idlibê bermahiyên şer metirsiyek mezin e

Li Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk e bermahiyên şer li ser jiyana zarokan metirsiyek mezin ava dike.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib – Bermahiyên şer li ser jiyana sivîlên Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên girêdayî dewleta Tirk de ye metirsiyek mezin e. Ji ber pevçûn û şerên ku li heremê didome, her wiha bermahiyên şer ên li heremê mane bi hedan zarok heya niha jiyana xwe ji dest dan an jî parçeyek ji laşê xwe wenda kirin.

Zarokê bi navê Alaa El-Ewad ya 12 salî ku ji bajarê Sermîn e dema vedigere mal bê ku bizanibe bermahiyên şer digre destê xwe û bi nêzbûna malê davêje erdê, ji ber teqîna wê xwişka wê jiyana xwe ji dest dide û ew jî lingên xwe wenda dike. Rûxmê zêdetirî salekê li ser bûyerê derbas bû ew nikare vê buyerê jibîr bike.

Zaroka bi navê Beraa El-Awad a 10 salî ya ji herêma çiyayê El-Zawiyê jî dema ku bi malbata xwe re zeytûnê diçînin di encama teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dide. Dayîka wê Beraa Jamila El-Awad a 41 salî dibêje: “Ew kêliyek bi tirs bû nişkêve me dengê teqemeniyên bi hêz li pey hev bihîst, dema em çûn cihê bûyerê me dît keç me di xwîna xwe de bê tevgere. Mirin li her derê li pey me ye, lewma ez hêvî dikim hemû berpirs û hemwelatiyan bi taybet zarokan bi metirsiyên şer û cure û cihên hebûna mayînan hişyar bikin an jî li cihê bermahiyên şer nîşaneyan daliqînin. Her wiha gel hişyar bikin çawa xwe jê biparêzin û dema nişkêve rastê werin bi ewledarî pê re bidin û bistînin.”

Du zarok jiyana xwe ji dest dan

Di 6’ê Çileya borî de di encama teqandina bermahiyên şer li gundewarê Idlibê de du zarokan jiyana xwe ji dest dan û du jî birîndar bûn. Zaroka bi navê Dîme El-Selûm ya 14 salî û birayê wê Fuad yê 8 salî jiyana xwe ji dest dan, her wiha du zarokên dîtir jî li gundewarê Miarat El-Nûman başûrî Idlibê dema dar ji bo germkirinê kom dikirin ji xwe re agirek pêxistin bêyî bizanibin teqemenî rûda û ew zarok birîndar bûn.

‘Divê bermahiyên şer bên rakirin’

Hemşîre Senaa El-Satûf ya xetereya bermahiyên şer li ser jiyana zarokan nirxand anî ziman ku ji ber şer li Idlibê karesatên mezin rû daye û wiha got: “Piraniya bûyeran bi serê zarokan hatî ji ber nezanbûna wan bi metirsiya wan bermahiyan û encama nêzîkbûna ji teqemeniyan. Birînên wan jî birîna endamên laşê wan e an bûçbûne an jî guh, çav tiştekî xwe winda dikin. Lewma girînge bermahî û cebilxaneyên neteqî û mayîn bên rakirin, hewil bidin cihê wan diyar bikin û xelkê navxweyî hişyar bikin. Ez bang  dikim bi taybet cihên sivîl têde dijîn an jî nêzî komên niştecihan nexşeyên taybet bên bi cih kirin. Hişyariya penaberan bi metirsiyên bermahiyên şer û çawaniya danûstandina pêre nîvê çareseriyê ye û encax bi vî awayî dikarin xwe ji mirinê û birîndariyê biparêzin.”