Li Humusê jinek pêşî hat revandin û paşê hat îşkencekirin
Li herêma Safîta ya Humusê jina bi navê Kirstîna Îbrahîm Hesen ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/07/20240726-20240726-823x463cc-mrk-26-07-24-humus-kadin-kacirildi-jpgcdf76e-image-jpg0b968d-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Li Humusê jinek ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat revandin û ji malbata wê fîdye hat xwestin.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), Kirstîna Îbrahîm Hesen a ji gundê Beyet Merc a girêdayî herêma Safîta ya bajarê Humusê, li ser rêya Şamê hat revandin.
Dîmenên îşkenceya jina ciwan a ku ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye revandin, ji malbata wê re hat şandin û fîdye hat xwestin. Hat diyarkirin ku ger malbat fîdyeyê nede dê jinê qetilbikin.