Li Hindistanê hejmara jinan di meclisê de dê zêde bibe!

Pêşnûmezagona ji bo ji sedî 33 zêdebûna veqetandina kursiyên parlamentoyê ji bo jinan li Hindistanê hat erêkirin lê zagon dê sala 2029’an de bikeve meriyetê!

Navenda Nûçeyan- Pêşnûmezagona ku ji bo zêdebûna kursiyên ji bo jinan di parlamentoya Hindistanê de hat amadekirin, ji meclisê derbas bû. Bi pêşnûmezagona ku ji aliyê her du beşên parlamentoyê ve hat pejirandin re dê ji sedî 33 kursî ji bo jinan werin veqetandin lê dê di 2029'an de bikeve meriyetê.

‘Bila di hilbijartinên Gulana 2024’an de bikeve meriyetê’

Wezîrê Dadê Minister Arjun Ram Meghwa, diyar kir ku jinên ku ji sedî 48 gelheya Hindistanê ne, di parlementoyê de nûnertiya wan ji sedî 15,1 e. Jinan jî diyar kir ku heta sala 2029’an neketina meriyetê ya zagonê bêedaletî ye û bang kirin ku di hilbijartinên giştî yên Gulana 2024'an de ev zagon bikeve meriyetê.

Li Hindistanê ji 1996’an ve li ser zagona nû ya ku armanc nûnertiya wekhev a jinan bû xebat dihatin kirin.