Li Hindistanê lehî: 14 kesan mirin 120 kes jî winda ne

Hat aşkerekirin ku di lehiya li eyaleta Sikim a Hindistanê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dane, 120 kes jî winda ne.

Naveda Nûçeyan- Li eyaleta Sikim a Hindistanê lehî rabû, mudûrê giştî yê saziya rêveberiya afete ya eyaleta Sikim Prabhakar Rai diyar kir ku li gorî saeta herêmî di saet 22:00’an de li herêma Lachen asta avê ji nişka ve bilind bûye û lêhî rabûye.

Rayedarên eyaletê, diyar kirin ku li gorî zanyariyên destpêkê yên lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest dane 23 jê leşker û 120 kes winda ne. Di daxuyaniya artêşê de, hat diyarkirin ku 23 personelên leşkeri di lehiyê de winda bûne.

Ji bo Bangledeşê hişyariya lehiyê

Li aliyê din li hinek herêmên Bangladeşê hişyariya lehiyê hat kirin. Rayedar texmîn dikin ku lehî ji ber ‘serdeçûna Gola Bozê’ rabûye, mijar tê lêkolînkirin. Serokê eyaleta Bengal a Rojava Mamata Banerjee da zanîn ku 10 hezar kes ji herêmê hatine tehliyekirin û wan birine kampên ku li 9 herêmên cuda yên eyaletê hatine avakirin.