Li Hindistanê di doza tecawiza komî de 26 kes hatin girtin

Li Hindistanê, di çarçoveya lêpirsîna destavetina sîstematîk a zarokekî de 28 kes hatin girtin.

Li Hindistanê, di çarçoveya lêpirsîna destavetina sîstematîk a zarokekî de 26 kes hatin girtin.
Navenda Nûçeyan- Hindîstana ku êrîşên tecawizê gelek caran lê diqewimin, zarokek bi awayekî sîstematîk hat tecawizkirin. Rayedarên li Hindistanê doza tecawiza komî lêkolîn dikin. Li bajarê Mumbai, polîsan têkildarî bûyerên tewacizê yen ku di meha Çileyê de dest pê kirine, 26 kesan girtin.
Rayedaran gotin ku destdirêjiyên komî li berbajarên cuda yên Mumbai ku di nav de Dombivili, Badlapur, Murbad û Rabale jî hene, pêk hatine. Zarokê ku piştî bûyeran serî li polîsan da, bi tevahî navê 33 êrîşkaran da û got ku ew hemûyan nas dike.