Li Hindistanê bi dehhezaran jin li dijî tecawizê meşiyan

Bi dehhezaran jinên Hindistanê, li dijî tecawiza li dijî bijîjka stajyer û qetilkirina wê, çalakî li dar xistin, bûyera tecawiz û qetilkirinê şermezar kirin û daxwaza edaletê kirin.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Rojavayê Bengal a Hindistanê bi dehhezaran jin, ji bo protestokirina qetilkirina bijîjka 31 salî ku hefteyek berê li Kalkutayê di nexweşxaeyeke dewletê de rastî tecawizê hat û piştre hate qetilkirin çalakî li dar xistin.

Xwepêşandanên ku ji bo bijîjka stajyer li fakuletay tibê ya RG Kar piştî tecawizê hat qetilkirin dest pê kirin, hefteyek e didomin. Meşa girseyî ya di şeva roja Çarşemê de hat li darxistin a dawî bû. Meşên ku bi riya medyaya dîjîtal hatin organîzekirin, tevî hewaya bi baran jî domiyan.

Li gorî nûçeya BBC’yê; ji derveyî bajarê Kalkutayê li herêmên din ên Rojavayê Bengalê di xwepêşandanên ku hatin li darxistin de jinan pankart hilgirtin û daxwaza edaletê kirin. Hem ciwan hem jî extiyar beşdarî çalakiyan bûn. Ji derveyî Kalkutayê li bajarên weke Delhî, Haydarabad, Mumbai û Pune xwepêşandanên biçûk hatin lidarxistin.

Ji derveyî protestoyên ku li Kalkutayê berdewam dikin, komek ket nexweşxaneya ku bijîjka stajyer lê hat qetilkirin. Li ser vê yekê di navbera komê û polîsan de pevçûnek demkurt derket.

‘Bila keça min bikeve ferqa mafên xwe’

Xwepêşandanên li dijî qetilkirina bijîjkê û awayê ku rayedar vê bûyerê digrin dest bû sedema hêrseke mezin. Jinek ku li gel zaroka xwe piştî nîvê şevê beşdarî meşê bû got: “Wê ev meşên girseyî gelek tiştan rast bikin, em ê bibînin. Bila keça min bikeve ferqa mafên xwe.” Xwepêşanderek din jî bi van gotinan helwesta xwe anî ziman û got: “Rêz li hemberî jinan nîn e! Çêl û bizin ji me girîngtir in.”

Îhmala rayedaran û hewldanan serdegirtinê

Bûyera bijîjka stajyer ku piştî rastî tecawizê hat qetilkirin, bi îhmala rayedaran û helwdana serdegirtinê  di rojevê de ye. Bûyer piştî ku nobeta bijîjkê ya 36 saetî di odeya semînerê ya ku tê de razayî de qewimî. Hevpîşeyên wê yên ku sibehê cenazeye wê dîtin, rewşê ji rayedaran re ragihandin. Der barê bûyerê de her çendî xwebexşeke nexweşxaneyê hat binçavkirin jî di civakê de bûyer bi qasî ku tê xwestin neket rojevê û li ser nehat rawestandin.

Di vê pêvajoya ku protesto berdewam dikin de polîsên xwecihî bûyerên dewrî navenda Buroya Lêpirsînê ya Hindistanê kirin lê belê gel di mijara wê edalet pêk were yan ne de hê jî fikar hene.

Jin ji bo xwedî li mafên xwe debikevin bûn yek

Li tevahî Hindistanê jin, piştî vê bûyerê bi aramaca xwedîderketina li mafên xwe û jiyana bi ewle ya xebatê bûn yek. Lê belê li welat jin pirsa wê kengê pêşerojek ku jin bi awayekî azad û bê tirs bixebitin ava bikin dikin. Ev yek di xwepêşandanan de weke mijareke ku her dem tînin ziman derdikeve pêş.