Li Himalayê lêhî rabû: 74 kes mirin 101 kes jî winda ne

Di Hîmalaya Hindistanê di encama serdeçûna gola Bûzê de ji ber zêdebûna avê û lehiyê 74 kesan jiyana xwe ji dest dan, 101 kes jî winda ne.

Navenda Nûçeyan- Li Hîmalayaya Hindistanê 5’ê Îlonê de di encama serdeçûna gola Bûzê de ji ber zêdebûna avê û lehiyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Hat aşkerekirin ku di lehiyê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 74’an, 101 kes jî winda ne.

Xebatên lêgerin û rizgarkirinê yên ku ji bo windayan hatiye destpêkirin, ji ber zirara ku li rê û binesaziyê çêbûye têkiliyan, şert û mercên xirab ên hewayê bi zorê berdewam dikin. Sekreterê giştî yê Sikkim Vijay Bhushan Pathak da zanîn ku di encama serdeçûna gola Lohnak a li eyaleta Sikkim a li Bakurê welat gund û barajên li herêmê û bajarokê Rangpo ziyan dîtin.

Vijay Bhushan Pathak diyar kir ku li eyaletê cenazeyên 25 kesan û cenazeyên 8 endamên artêşê li Bengala Rojava hatine dîtin.

Rêveberê xwecihî yê Bengala Rojava ya herêma Jalpaigurî Parveen Shama da zanîn ku cenazeyên 41 kesên ji lehiyê bi bandor bûne dîtine. Di daxuyaniya wezîrê parastinê de hat diyarkirin ku di nava 101 kesên winda de 14 personelên artêşê hene.