Li Hewlerê mamosteyek jin rastî tundiyê hat

Li bajarê Hewlêrê mamosteya jin a bi navê Meryem Hesên diyar kir ku du mamoste û cîgirê rêveberê dibistanê jê xwestine dereceya zêde bide zarokên wan ji ber ku wê nepejirandiye êrîşî wê kirine.

Navenda Nûçeyan- Mamoste Meryem Hesen a ji aliyê du mamoste û cîgirê rêvebere dibistanê ve rastî êrîşê hat, li bajarê Hewlêrê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku ji ber ku daxwazên mamosteyên wê derê ji bo zarokên wan derceyên zêde bide qebûl nekiriye rastî êrîşî hatiye.

 ‘Ger ev kes neyên dûrxistin wê kiryarên wiha berdewam bikin’

Mamoste Meryem got: “Mamoste û cêgirê rêveberê dibistanê hevalên hev in ji min re gotin ger ez dereceyên zêde nedim zarokên wan û biaxivim gef li min xwarin. Îro her du mamosteyan û cîgirê rêveberiyê êrîşî min kirin û dest û cil û bergên min di nava xwînê de man, ez rastî tundîyê hatim, ji min xwestin ez dereceyên 99 bikim 100 dema ku min ev daxwaza wan qebûl nekir êrîşî min kirin. Ger ev kes neyên dûrxistin wê kiryarên bi vî rengî berdewam bikin.”

‘Pirsên min ên ezmûnê ji min digrin’

Mamoste Meryem daxwaz ji Wezareta Perwerdeyê kir ku destwerdanê li vê rewşê bike û çareseriyê bibîne û her wiha herdu mamoste û cîgirê rêveberê dibistanê werin cezakirin û got: “Cîgirê rêveberiyê rê nade ez biçim dibistana navîn. Çend serpereştiyarên perwerdeyê hatin min ji wan re got, gotin em ê çareser bikin, heta niha pirsgirêka min çareser nekirine. Pirsên min ên ezmûnê ji min digrin da ku asta zarokên xwe biguherînin û bi xwe pileya tam didin zarokên xwe.”