Li Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê pêre zewicî hate qetilkirin
Li bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî re bi guleyê hate qetilkirin û xwişka wê jî birindar kir.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230620-20230620-hewler-from-bazari-nistiman-jpgf9d92c-image-jpg123fe2-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê ji ber serwernebûna zagonê, ji ber nedana cezayên giran ji bo kiryaran û bêdengiya rêxistinan her roja ku diçe rêjeya qetilkirin û tundîtûjiya beramberî jinê zêde dike. Şeva bûrî li taxa Gulan ya bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê mêrê ku pêre zewicî bi guleyê hate qetilkirin û her wiha xwişka wê jinê jî birindar bû.
Piştî bûyerê cenazeyê jinê rakirin nexweşxaneya dadê û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê, der barê bûyerê de lêkolîn hate destpêkirin.