Li Hesekê zarokek hat qetilkirin, jinek û zarokek jî birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê bi awayekî ketober bi gule û moşekan bi hev ketin, di encamê de moşekek li malekê ket û zarokek hate qetilkirin, jinek û zarokek din jî birîndar bûn.

Hesekê – Pevçûnên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de ji 2 rojan ve dewam dikin.

Ji ber pevçûnên di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî de moşekek li maleke taxa Kelasê ya Hesekê ket, di encamê de zarokê bi navê Yûsif Zêdan Mihemed (2) hate qetilkirin. Hat zanîn ku zarokê bi navê Yûsif û malbata wî ji Dêrazorê ne û ji ber pevçûnên li wir koçberî Hesekê bûn û li mala xizmekî xwe bi cih bûn.

Hat zanîn ku di encama moşekên ku tên avêtin de li taxa Nasra Beyda Hesen Hejîn a 23 salî û zarokê bi navê Nexem Hisên Hejîn a 12 jî birîndar bûne. Li gor agahiyan hat zanîn ku birîndaran rakirine nexweşxaneyê.