Li Hesekê zarokek hat qetilkirin

Di şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî de li bajarê Hesekê, ji roketên ku hatin avêtin yek li malekê ket û zarokek 2 salî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Şer û pevçûnên di navbera hêzên girêdayî hikûmeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetanî li herêma ewle ya Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di dema pevçûnan de roketek li maleke navçeya Kelasê ya Hesekê ket. Piştî êrîşê zarokê 2 salî yê bi navê Zêdan Mihemed jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Zêdan Mihemed û malbata wî xelkê Dêrezorê ne û piştî şer û pevçûnan koçberî Hesekê bûne.