li Hesekê û Kobanê ji bo Efrînê meş
Şêniyên Kobanê, Hesekê û Til temirê sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê, bi daxuyanî û meşên girseyî şermezarkirin.
Şêniyên Kobanê, Hesekê û Til temirê sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê, bi daxuyanî û meşên girseyî şermezarkirin.
Navenda Nûçeyan - Bi boneya sêyemîn salvegera dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê gel herkîn qadan û helwestên xwe nîşandan. Dewleta tirk di 18’ê Adara 2018’an de Hermêa Efrîn-Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi 72 balafirên şer dagir kir. Bi dagirkeriyê re ev sê salin şêniyên Efrînê ji cih û warên xwe koçber bûne û li deverên bi ewle bi cih bûne. Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk bi hevkariya çeteyan êrîşî Herêma Efrînê kir û piştî 58 rojan ji berxwedaniya gel dagir kir. Têkildarî salvegra dagirkeriya Efrînê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê herkîn qadan û nerazîbûnên xwe nîşandan. Li Hesekê,Til Temir meşên girseyî û li Kantona Kobanê jî daxuyanî hate dayin.
Til Temir
Îro şêniyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi dirûşmeya"Na ji dagirkirina Efrînê re, dem dema rizgarkirina Efrînê ye" meşeke girseyî li darxistin. Meşa ku ji saziya Malbatên Şehîdan despêkir, li dawiya kolana Şehîd Omer Baravî rawestiya. Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê pekrewanên azadiyê, Endama Rêveberiya Meclisa PYD'ê a Herêma Cizîrê Ahîn Elî axivî.
Ahîn tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin bi tundî şermezar kir û wiha pêde çû: "Tecrîda ku îro li ser Rêberê Apo tê meşandin, li ser tevahî gelê azadîxwaz e. Salvegera dagirkirina Efrînê, di asta yekemîn de projeya Netewa Demokrat hedefdigrt. Gelê ku roniya azadiyê dîtiye, wê tu carî teslîmiyetê ji xwere qebûl nekin. Pêwîst e tevahî gelê me ji ciwanan heya kalûpîran li ser piya bin û ji bo rizgarkirina Efrînê, ber xwe bidin. Divê ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî êdî helwesta xwe li hember dagirkeriyê nîşan bidin û dest ji îxanetê berdin. Ji ber kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavan e. Em ê ber xwe bidin û azadiyê misoger bikin."
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
Hesekê
Di salvegera 3’emîn dagirkeriya Efrînê de şêniyên bajarê Hesekê bi hêjmareke girseyî daketin qadan û meşiyan. Meş li ber Cisrê Miftî despêkir û li çarxereya Şehîd Serhed rawestiya. Meşvana alên Kongreya Star, partiya PYD’ê û şaxê zeytûnê hildabûn. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê, Endama Rêvberiya Meclisa Kantona Hesekê Zeyneb Şîtka axafti kir.
Zeyneb bal kişand ser armancên dagirkeriya Efrînê û ev tişt got: "Armanca dagirkerina Efrînê ew e dîsa careke din dewleta tirk împeratoriya xwe ya osmanî zindî bike û civakan bike koleyê xwe, bi van xeyalên xwe ji Efrînê destpêkir. Li hember kiryarên didin meşandin em ê asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin. Dijmin dixwaze polîtîkên qirêj li dijî gelan pêk bîne, lê gel bersiva wê dide. Em ji doza azadiyê venagerin, me soz daye pakrewanên xwe em ê xeyalên wan pêk bînin û herêmên xwe ji hemû rengên dagirkeriyê rizgar bikin. "
Meş bi dirûşmeya" Bijî berxwedana Serdemê " bi dawî bû.
Kobanê
Dewlet tirk û çeteyên wî di 18`ê Adara 2018`an de Herêma Efrînê dagir kir. Bi vê wesîleya Rêveberiya Xweser bi beşdarbûna Rêxstina Kongreya Star, Partiyên siyasî, Hîlala Zêrîn, Tenduristî, Çand û Hûner, TEV-DEM, Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Malbatên Şehîdan, li qada şehîd Egîd kom bûn û daxuyanî dan.
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Desteya Perwerdeyê Peyman Ebd El-Rehman ve hat xwendin wiha ye: "Weke vê rojê beriya sê salan li ber çavên hemû cîhanê û bi xemsariyeke diyarker ji aliyê hikûmeta Şam û Rûsyayê ve hemleya dewleta a berber ser Efrînê despêkir . Vê êrîşê bi xwe re çewtiya asoyan û kombûna Çeteyan ji seranserî cîhanê, bikaranîna çekên pêşketî bi binpêkirina hemû zagon û nirxên navdewletî, anîn der. Dewleta Tirk cîhan hemû şahîde li ser berberiya wê, bi hemû hêza xwe operesyoneke zordar li dijî gelê Efrîna aram pêk anî. Bi karanîna rêbazên dagirkeriyê ji koçberiyê, hilweşîna binerdan, guherîna demografiya herêmê bigire heya entîkeyên ku temenê wan hezar sal e ji têkçûn û rûxandina wan aram neman.
Berxwedana Efrînê 58 rojan berdewam kir, gelê wê gelek bedel ji bo parastina wê dan. Li hember çavên cîhanê bi tana xwe li dijî makanîzmeya kûştinê sekinîn. Bi navê berxwedana serdemê li Efrînê tifingan parastina exlaqê cîhana azad dikir, parastina mirovahiyê dikir. Bêyî ku wijdana cîhanê têkeve nav tevgerekê de.
Efrîn di dîmenekî hovane de hat serjêkirin, çeteye hatin Efrînê pêre Efrînê ji navendeke şaredarî veguherî navendeke ku çeteyên Erdogan têde bi rêxistin bibin. Ji bo projeya Osmanî ya nûjen li ser pişta îslama siyasî ya nûnertiya tevgerên radîkal pêşkêş bike, kiryar di Efrînê de pêk anîn.
Bi 58 rojan ji parastina destkeftiyên azadî û rûmeta mirovahiyê îro em salvegera sêyemîn ji dagirkirina Efrînê bi bîr tînin. Em ê ji bo rizgarkirina Efrînê bi heman rihê berxwedana Serdemê têbikoşin. "