Li Hesekê, Qamişlo û şengalê êrîşên ser Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê li Kantona Hesekê, Qamişlo û şengalê çalakî hatn lidarxistin.

 
Navenda Nûçeyan-Dewleta tirk a dagirker bi hemû planên xwe yên qirêj ev demeke êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Piştî binkeftina li Garê niha jî êrîşî çiyayên Zap, Metîne û Avaşînê dike, li dijî van êrîşan şervanên Tevgera Azadiyê berxwedaneke bê hemba didin meşandin. Têkildarî  vê yekê li Kantona Hesekê û Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li şengalê gel bertekên nerazîbûnê nîşan didin û çalakî li dar xistin. 
Hesekê 
Şêniyên Kampa Waşûkanî li dijî êrîşan meşiyan
Bi dirûşma “Azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” îro bi sedan koçberên Kampa Waşûkanî ya girêdayî Kantona Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan. Meş ji Meclisa Kampa Waşûkanî despêkir û li despêka kampê rawestiya. Di meşê de alên Kongreya Star û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.  
   
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Berdevka Kongreya Star a Kampa Waşûkanî Besîma Dawûd û Endama Rêveberiya Kongreya Star Sebah Cima axivîn.  
Besîma Tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana şervana li Zap, Avaşîn û Metînayê silav kir û wiha got: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya tevahî pêkhateyan e û berxwedana şervana rûmeta me ye. Ev êrîşa tê kirin berdewamiya komploya 1999’an e, yek armancê hedef dike. Di riya vê komployê re dixwaze doza Kurd bibin bixin. Dagirkeriya dewleta tirk her tim di riya kuştin, talankirin û koçberkirinê re dixwaze vîn û îradeya gelê kurd tê bibe lê em ê bi berxwedaniya xwe van êrîşan vala derxînin.”
Endama Rêvberiya Kongreya Star Sebah Cima teqez kir ku êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Herêmên Başûr Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin berdewama komploya li dijî Rêber Ocalan e û wiha pêde çû: “Armanca dewleta tirk şikandina îradeya gelê bi rêxistinkiriye, gelê me îro bi ser fikir û felsefeya Rêber Apo hêza xwe ya parastinê avakir ye. ev êrîş tên meşandin da rê li ber belavkirina fikir û ramanê Rêber Ocalan bê girtin. Lê bila bawer bin ev yek pêk nayê em ê felsefeya Rêber Ocalan bighînin her mirovekî û heya dawî jî em ê li ber xwe bidin. Bila kes nebêje em koçber in, em li ser xaka xwe jiyan dikin û li hemberî dagirkeriyê li ber xwe didin. Em ê heya dawî li qadan bin heya em dagirkeriyê têk bibin û Rêber Apo rizgar bikin.” 
Meş bi dirûşma” Bijî berxwedana şervanan, bê serok jiyan nabe” bi dawî bû. 
Qamişlo
şêniyên bajarê Qamişlo bi pêşengiya Kongreya Star û Tevgera Jinên Ciwan her wiha bi dirûşma “Berxwedana Rêber Apo û bazên zagrosê berxwedana me ye” êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (UN) li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo hat dayîn.
Daxuyaniya ji aliyê Endama Meclisa Jinên Ciwan Ozgur Ronî ve hat xwendin wiha tê de hat gotin: “ “Wekî tê zanîn ev 22 sal in Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de ye, her diçe ev komplo dijwartir dibe.  Dewleta tirk her tim dixwaze çiyayên Kurdistanê dagir bike û gelê me vegerîne serdemên koletiyê. 
 Dewleta tirk nikaribû îradeya Rêber Apo di hundirê zindanê de bişkînin loma bi rêbazên cuda vê komployê dimeşîne û êrîşî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dike. Li beranberî van êrîşan berxwedaneke dîrokî bêhempa ji aliyê şervanên azadiyê ve tê meşandin. Banga me ji hemû ciwan û gelan re  piştgiriya zarokên xwe yên di nava berxwedanê bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bjiî berxwedana şervanên azadiyê” bi dawî bû.
“Heta dawiyê em ê piştgiriya zarokên xwe bikin”
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîce Heyder pertekên xwe der barê êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê nîşan dan û ev tişt got: “Ev demeke dirêj e dewleta tirk êrîşên giran bi çekên qedexekirî li ser herêmên Başûrê Kurdistanê dide meşandin,  em bi tundî van kiryar û êrîşan şermezar dikin. Ev êrîşên giran sûcekî pir mezin e di der heqê mirovahiyê de. Li hemberî van kiryar û êrîşan zarok û şervanên me yên berxwedêr bi hêz, îrade û têkoşîneke pir mezin di nava berxwedanê de ne û her tim li ber xwe didin. Li çiyayê Garê berxwedan û têkoşînek pir mezin hat meşandin niha li Zap, Metîna û Avaşîn jî ev berxwedan û têkoşîn berdewam dike. Em weke dayikên şervan û şehîdan ji bo piştgiriya zarokên xwe rojane di nava çalakiyan de ne. Em berxwedana şervanên azadiyê silav dikin.”
Şengal 
Ji 24’ê meha Nîsane de şêniyên Şengalê ji bo hemleya Bazên Zagrosê bênavber piştgiriya xwe bi çalakiyên cur bi cur didin nîşandan. Jinên Şengalê ji kêliya dewleta tirk a dagirker êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê kiriye û heya niha bi vîneke mezin di nav çalakiyan de ne û bertekên xwe nîşan didin.
“Em ê koletiyê li ser xwe qebûl nekin”
Jina bi navê Niam Omer bexwedana şervanên azadiyê li dijî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em weke şêniyên şengalê hêz û moralê xwe ji şervanên azadiyê digirin. Serkeftina şervana ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, ji ber ku ev zarokên vê axê ne û ji bo parastina rûmeta me şer dikin. Pêwîst e li dijî van êrîşan zêdetir em xwe birêxistin bikin. Dewleta tirk dixwaze axa me dagir bike û dîsa me di fermanan re derbas bike. Em ê êdî vê koletiyê ser xwe qebûl nekin û hêza xwe li dijî êrîşan xurt bikin.”
“Serkeftin armanca me ye”
Jina bi navê Nûre Şengal  der barê êrîşên dewleta tirk yên li ser axa Başurê Kurdistanê wiha nêrîna xwe anî ziman: “Di fermanê de şervanên azadiyê em xelaskirin û axa me rizgar kirin. Em tu carî vê fedekariya pîroz jibîr nakin. Em dizanin Tirkiyeyê û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê hevalbendên hev in, ji bo wê êdî em bi van pilanan nayên xapandin. Şervanên me hêza mene û serkeftin armanca meye.”