Li Hesekê navenda Helat a perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê hat vekirin

Navenda Helat a zarokên DAIŞ’ê ya li Hesekê hat vekirin ji temenê 2 heta 12 salî 55 zarok dê lê bên perwerdekirin.

Hesekê- Navenda Helat ji bo fêrkirina zarokên DAIŞ'ê û xelaskirina wan ji fikirê tundrew ku li ser hatine perwerde kirin, li girtîgeha jin û zarokên DAİŞ'ê ya nêzî çerxeya Xezil a Kantona Hesekê bi pêşengiya Yekiniyên Parastina Jin (YPJ) û piştigirya Kolîsiyona Navnetewî hat vekirin. Navenda Helat bi beşdarbûna Saziyên Rêveberiya Xweser û Kolîsiyona Navnetewî hate vekirin. Despêkê zarokên DAİŞ'ê li polan hatin dabeş kirin. Paşê daxuyaniyek di derbarê vekirina navenda Helat ji hêla Rêvberiya navendê ve hat xwendin. Rêveberiya navenda Helat Perwîn Hisên Elî di derbarê vekirina navenda zarokan de agahî da.
“Li navenda Helat 55 zarok dê bên perwerdekirin”
Perwîn Hisên Elî diyar kir ku bi serkêşeya YPJ’ê û piştgiriya Kolîsiyona Navnetewî Navenda Helat hatiye vekirin û wiha berdewam kir: "Navenda me nêzî 55 zarokên DAİŞ'ê ji nasnameyên cuda dihewîne. Di navendê de zarok ji temenê 2 heya 12 sal tên qebûl kirin. Zarokên sêwî jî hene. Nêzî 8-9 demijmêran zarok li navendê dimînin. Perwerdeyên fikrî dibînin. Di dema pêş de em dixwazin pirojeyê xwe mezintir bikin da ku her dem zarok li navendê bimînin. Ji ber ku dema perwerde dibînin û piştre vegerin gel diya xwe, tu sûdê ji perwerdê nabînin. Dema zarok bi temamî li navendê bimînin wê demijmêrên ziyaretê were diyar kirin da ku dayikê wan serdana wan bikin. Lê neha em nikarin vê yekê bikin ji ber ku navend hê nû ye."
“perwerda zarokan serê sibê bi xwendinê despêdike”
Perwîn dazanîn ku armanca wan ji vekirina vê navendê xelaskrina zarokên DAİŞ'ê ji fikirê ku li ser hatine perwerde kirin, ji bo ew zarok bikarin mîna zarokekî normal bijî wan pêdivî bi xebatek wiha dîtiye û wiha pê de çû: "Bernameyên ku zarok li ser perwerdê dibînin du beşin, bernameyê sibehê û yên piştî nîvro. Ji demjimêr 8'ê sibehê em destpêdikin heya 4’ê êvarê. Bernameya sibehê bi seata fêrkirinê destpê dike, piştre dema lêstikê ye û dibe dema navbera firavînê. Piştî seatek îstrahet derbasî perwerdeya piştî nîvro dibin. Bi xwendin û fêrkirinê destpê dike, piştre dibe seata lêstikê. Ji xwe lêstikên wan diyarin û xwedî armancin. Ger em van zarokan ji vî fikirî xelas nekin, di dema pêş de wê bibin metirsiyek li seranserî cîhanê."
Perîn bi van gotinan daxwaza xwe anî ziman û wiha got: "Em bi hêvî ne ku rêxistinên navdewletî alîkariya navendên mîna navenda me bikin. Ji ber ku ev navend nû hatine vekirin û pêwistiya wan pir bi alîkariyê heye û ji bo armancek mirovî dixebitin."