Li Hesekê konê çalakiyê hat vedan

Ji aliyê Însiyatîfa Gel ve bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” konê piştgiriya zindanan û zanîna rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vedan.

Hesekê- Îsiyatîfa Gel bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, berxwedana gerîla rûmeta me ye” konê piştgiriya bi zindanan re li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê veda.

Konê piştgiriyê bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan hat xemilandin. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û meclis û navçeyên bajarê Hesekê amade bûn. Berdevka Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îsa daxuyanî da.

‘Rêber Ocalan kilîta çareserî û wekheviyê ye’

Rîma Îsa wiha got: “Her kes dizane ku Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Îro ev tecrîda li ser rêbertî berdewama vê komployê ye. Di şexsê Rêber Ocalan de siyasetek qirêj li ser îradeya gelan tê meşandin. Em ê weke rêxistina jinan di nava çalakiyan de bin heya em bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Fikir û felsefeya wî dewletan derbas kir û pêl bi pêl belav dibe dijmin baş dizane ku rêber Ocalan kilîta çareserî, azadî û wekheviyê ye lewma tecrîdê zêde dike da ku gavên serkeftî neyên avêtin û krîzên heyî yên xizmeta wan dikin neyên çareserkirin.”

‘Bi felsefeya wî em ê tecrîdê bişkînin’

Endama komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Fatmê Ebdo destnîşan kir ku dewleta Tirk û yên hegemon bi hev re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixin û wiha anî ziman: “Hemû dewletên hegemon dewleta tirk weke destikê xwe dibînin, bi riya wê êrîşê herêmên me dikin. Tecrîda li ser rêberê me zêde dikin da ku bigihîjin armancên xwe û krîza Sûriyeyê kûr bikin û xwe li ser hesabê xwîna gelan bidin avakirin. Tecrîda li ser serok tecrîd li ser îradeya jinan û civakê ye. Em vê yekê qebûl nakin, felsefeya Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye em ê bi ruhê wê felsefeyê tecrîdê bişkînin û serkeftinê misoger bikin.”