Li Hesekê jinan bi peyama berxwedanê 8’ê Adarê pîrozkirin

Îro jinên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Suryan li Bendava Hesekê bi peyama berxwedanê dest bi pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kirin.

Hesekê - Piştî 14'e rojan ji xebatên dewlemend ji pêşwazîkirina 8'ê Adarê re, îro jinan zend û bendên xwe badan, cil û bergên xwe yê netewî li xwe kirin û ji navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan, Til Temir û Hesekê li gel bajarokên wê bi Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen û Suryan bere xwe dan qada pîrozbahiyê ku li bendava bajarê Hesekê dikeve.

Qad bi alên Kongra Star û Rêveberiya Xweser hatibû xemilandin, her wiha pîrozbahî di bin diruşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" dest pê kir.

Giştî sazî û dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amade bûn. Her wiha qad ji hêla jinên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dihat parastin. Rûkeniya jinan û hebûna mêran ligel zarok û ciwanan coşa 8'ê Adarê bi watetir dikir.

'Em ê bi 8’ê Adara 2024’an ber bi xurtkirina tîfqa û peymana jinên Kurdistan û cîhanê biçin'

Bernameya 8'ê Adarê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah axivî û wiha got: Ji bo ku jin azad bijîn, Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeya sedsalê ye, sedsala ku em dijîn de wê bibe sedsala azadiya jinan. Em xwediyê wê dîrok û mîrasê ne ku di oxira wê de bi hezaran jin canê xwe feda kirin e. Şoreşa Rojava berdewamiya mîrasê dîrokî ê têkoşîna jinan e. Îro şoreşa me cîhan bandor kir û bû hêzek ji tevahî jinên cîhanê re. Ji ber wê jî îro destkeftiyên şoreşa jinan dibe hedef û armancên hêzên desthilatdar û faşîst ku dixwazin rê li ber têkoşîna azadiya jinan bigrin. Ji bo ku em bikaribin ala şoreşa xwe bilind bikin, desteftiyên heyî bikin malên giştî rêxistin û tevgerên jinan pêwîste ku em rêxistina xwe ligel tîfaqa xwe jinan xurt bikin. Di serî de divê ku em tîfaqa jinên Kurdistanê ligel tevahî rêxistin û tevgerên jinan li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê xurt bikin. Em vê sedsalê divê ku bikin sedsala peyamana jinan. Em bi 8’ê Adarê ber bi hevgirtina jinan ve biçin.

‘Heta dawî dê têkoşîna me dewam bike’

Her wiha bi zimanê Erebî jî Berdevka Encumena jin a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kicwan jî axivî: Ev çend sal in gelê me yê aştîxwaz bi êrîş û qetilkirinê li erdîngariya Sûriyê rûbirû dimînin. Di nav krîza ku Sûriyê têre derbas dibe, derfet bû ku hêzên herêmî û navneteweyî di serî de dewleta Tirk destwerdanê bike û siyasetên xwe yê dagirkirinê pêk bîne û xaka Sûriyê parçe bike. Sûriyê bû navenda şerê cîhanê ê sêyemîn ku di bingehê xwe de şikandina îradeya jinan armanc dike. Herwiha armancê têkbirina şoreşa jinê bi gelek rê û rêbazan hatiye kirin. Hedefgirtina siyasetmedarên jin û fermandarên ku li dijî hêzên terorê şer kirin û fikrê Netewa Demokratîk belav kirin, mînaka herî mezin a armanca şerê cîhanê ê sêyemîn e. Ji lewra heta dawî dê têkoşîna me dewam bike. 

Piştre Koma Şehîd Delîla ji Amûdê, Koma Govendê a Şehîd Sosin Bîrhat ji Til Temirê bi dîlanên ku ji herêma Wanê a Bakurê Kurdistanê amadekiribûn derketin ser dikê.

Herwiha hûnermenda Kurd Hojîn Hêriz, hûnermenda Ermen Sêrlîn ligel Sîdar û Peyman bi stranên ku berxwedaniya jinan çand û dîroka wê tîne ziman gotin.

Şahî bi hemû coşa xwe berdevam dike.