Li Hesekê ji bo li dijî tecrîdê mitîng hat lidarxistin
Îro bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û siyaseta ku CPT'î dimeşîne, li ser asta Kantona Hesekê Kongra Star mitîngek li dar xist.

Hesekê – 21 meh in hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê kirin. Di rojên dawî de CPT'î gotibû ku derbasî cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye û hevdîtin pêk aniye lê belê ev agahî ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Sedsalî ve hat eşkerekirin ku hevdîtin pêk nehatiye. Li dijî siyaseta dewleta tirk û CPT'î, îro Kongra Star bi dirûşma "Bi ruhê gelê şoreşgerî azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin" mîtîngek li ser asta Kantona Hesekê ku Zirgan, Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol û Hesekê beşdar bûn, li dar xist.
‘Tecrîda girankirî li dijî çirûskên şoreşê ye’
Piştî deqeyek rêzirgirtin Rêvebera Kongra Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo axivî û wiha got: "Li dijî hemû sîstemên desthilatdar û xwînmij bi hezaran tevger, şoreşger û kesayet derketin holê. Yek ji kesayetên ku mohra xwe li serdema 20 û 21'ê xist Rêber Abdullah Ocalan bû. Komploya îro li dijî Rêber Ocalan ne tenê li ser kesayeta wî ye, li ser hemû gelên herêmê, azadîxwaz, tekoşer û li ser azadî û hebûna hemû neteweyan e. Ji ber ku komploya bêbext encamê xwe negirt, heya roja îro tecrîd berdewam dike. Tecrîda li Îmraliyê tê kirin, li hember çirûskên şoreşê ya li tevahî cîhanê te. Ji ber ji fikir û felsfeya Rêber Ocalan ditirsin û xeteriya wê li ser xwe dibînin ku her diçe zêde dibe, ew jî vê tecrîdê girantir dikin. Em ji dewleta tirk a faşîst re dibêjin; tu tenê li vîna zarok, jin, ciwan û dapîrên me binêre ku çiqas girêdayî Rêber Ocalan in, wê çaxê tu yê bizanibî ku ji hev veqetandinek ji rêbertiya me wê çênebe jî."
‘Dema azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e’
Evîn Paşo bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li CPT, NY û hemû rêxistinên ku bi navê mafên mirovan bang dikin; şerm e ji we re ku hûn navê mirovahiyê li xwe dikin û yên herî zêde dûrî pîvan û exalqê mirovahiyê ne hûn in, bi taybetî jî CPT'î. Di vê pêvajoya çarenûsî de peyama me ev e: Ev dem nema dema bêdengiyê ye dema qîrkirinê, bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê ye. Ev dem ne dema desthilatdaran e dema azadîxwaz û demokrasiyê ye. Ev dem dema hilweşandina pergala Îmraliyê û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan e."
‘Agahî tenê bes nîn e’
Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê Rifet Dewrîş jî ev tişt anî ziman: "Em ji vir bang li rêxistinên mafên mirovan dikin û dibêjin bila çavên xwe ji îşkenceya li ser Rêber Ocalan dibe vekin. Îro Rêber Ocalan bi îşkenceya derûnî re rû bi rû ye, cîhan kor bûye qey? Rêber Ocalan bersiva pêvajoya serdemî û dîrokî ye. Em tenê agahîgirtinê ji Rêber Ocalan naxwazin û ne bes e, em îro azadiya wî ya fizîkî dixwazin."
Mitîng bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.