Li Hesekê êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê hate şermezar kirin

Bi armnaca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Meclisa Malbatê Şehîdan a Kantona Hesekê daxuyanî da.

Hesekê- Dewleta tirk ji 23'ê Nîsanê de, li dijî xaka Başûrê Kurdistanê  dest bi operesyoneke berfireh kiriye û taybet Zap, Metîna û Avaşîn kiriye hedefa xwe, dewam dike. Bi armanca şermezarkirina êrîşan,Meclisa Malbatê Şehîdan a Kantona Hesekê daxuyaniyek li Meclisa Malbatê Şehîdan li taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê- Bakûr û Rojhilatê Sûriyê da.Daxuyanî bi tevlîbûna Rêvber û Endamên Meclisa Bajarê Hesekê , Kongreya Star des pê kir.Daxuyanî bi zimanê Kurdî Ji aliyê Endama Meclisa Malbatê Şehîdan a Kantona Hesekê Rojda Ehmed  û zimanê Erebî ji aliyê  Hevserokê Meclisa bajarê Hesekê Remedan Fetah ve hate xwendin.
 Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Malbatê Şehîdan a Kantona Hesekê Rojda Ehmed hate xwendin wiha ye: dewleta tirk a dagirker  li dijî Gelê Kurd û tevgera azadiyê şer, komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên pir qirêj dide meşandin. Di nav êrîşan de dewleta tirk xwestiye ku nasanmeya gel îmha bike û Desthilatdariya Osmanî zindî bike.
Daxuyanî wiha dewam kir:”Hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re li dijî xaka Başûrê Kurdistanê nakeve bin bercewendiya doza Kurdî. Ev hevkarî dikeve bin xizmeta bercewendiyên hêzên desthilatdar ku qirkirina gelan hedef dike . Li hemberî kiryarên dewleta tirk pêwiste her kes destek bide yekrêziya Kurdan .”
Daxuyanî wiha dawî kir:”Herî dawî sê hevrêyên me li herêma Kilê Xelîfanî ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin. Ji wê demê de tu aghaî li ser wan nehatiye girtin. Em vê nîzîkatiyê şermezar dikin.Em wekî Meclisa Malbatê Şehîdan  bang li Partiya Demokratîk a Kurdistanê dikin ku çarenûsa her sê hevalên me zelal bike û ixanetê bi birayên xwe neke. “
Daxuyanî bi diûrşmeya” Bijî berxwedana Gerîla” bi dawî bû.