Li Hesekê bi peyamên azadiyê coşa Newrozê

Bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî” bi hezaran kes li Bendava Rojava Newroza 2024’an bi coşek germ pîroz dike.

Hesekê- Bi dirûşmeya  “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurdî re çareserî”bi hezaran pêkhateyên  Kurd, Ereb ,Sûryan û Ermen bi cil û bergên xweyî gelerî  ji  Hesekê,Şedadê, Erîşa, Til Berek, Hol, Kampa waşokanî û Kampa Serêkaniyê herkîn qada Newrozê ya  Bendava Rojava’ ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, QSD, YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin xemilandin. Nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî pîrozbahiyan bûn.Bernameyê Newrozê bi deqeyek rêzgirtin des pê kir. Agirê Newrozê ji aliyê Malbatê Şehîdan li ber dengê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku Newroz li gelê Kurd pîroz dike, hate pêxistin.

‘Dem dema azadiya Rêber Ocalan e ‘

Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Refet Derwîş Newroza 2024’an li gel pîroz kir û got:” Newroz roja xelasiya ji zilim û bindestiyê ye. Emê berxwedana xwe bilind bikin heya azadiya rêber Ocalan. Heta em rêberê xwe bi awayek fîzîkî azad nekin û ji zilim û zexta  îmraliyê xelas nekin wê têkoşîna me berdewam bike. Hebûna hemû pêkhateyan di vê qadê de bi saya felsefeya Rêber Ocalan e, ji ber wê em dibêjin bi ruhê germahiya di dilê her welatiyekî azadîxwaz emê Rêber Apo azad bikin û doza xwe çareser bikin.”

‘Em xwedî nasname û rojekî dîrokî ne’

Paşî Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Leyla Qehreman detsnîşan kir ku pîrozbahiya Newrozê yek ji deskeftiyên pîroz yên nirxê şoreşa jine û wiha got: “Tekoşîna azadiyê têkoşîna rumetê ye , ev dem dema azadiya rêber Apo ye. Îro agirê newrozê bi destê pêkhateyên kantonê Kurd ,Ereb ,Sûryan û Ermen hatiye pêxistin lewma çareseriya me  pirojeya Netewa demokratîke ku wekheviya gelan esas e. Em wek pêkahteyên herêmê bi yek ruh û dilî li hemberî dagirkeriyê têkoşînek mezin bidin meşandin. Îro em xwedî nasname û rojek dîrokî ne. Bê guman ev jî bi ked û fedekariyek mezin a jinan hatiye bidestxistin. “

Bernameyê Newrozê bi pêşkêşkirina Stranên Cejna Newrozê ji aliyê koma Tolhildan û zelal Tolhildan ve gel govend gerandin.

Her wiha di bernameyên pîrozbahiyê de peymanên Yekîtiya Jinên Sûryan a Sûrî û Tevgera çand a Suryan û Yekîtiya Jinên ermen ve hate xwendin.

Her wiha wê bernameyê Newrozê bi pêşkêşkirina Şano û stranên Şoreşgerî bi dawî bibe.