2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamyayê

Jinên beşdarî 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyên Mezopotamyayê bûn teqez kirin ku Projeya Netewa Demokratîk banga aştiya navxweyî ya di navbera ol, netew û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dike.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Kongreya yekemîn a Ol û Baweriyan di sala 2020'an de bi dirûşma "Bi hev re em peyama aştiyê belav bikin" hatibû lidarxistin. Îro bi sponseriya Hevgirtina Ol û Baweriyên Mezopotamyayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi dirûşma "Bi xwûşk û biratiya olan em ê nirxên mirovahiyê bilind bikin" 2'yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan li hola Serdemê ya bajarê Hesekê dest pê kir. Kongre wê du rojan berdewam bike.

Zêdetirî 300 oldarên Misilman, Êzidî, Xirîstiyan, Zerdeştî bi hemû mezhebên xwe, lêkolîner, akademîsyen ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, Şam, Başûrê Kurdistanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî kongreyê bûn. Her wiha dê ji Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn û cîhanê bi dehan kes bi riya Zoomê û peyamên bi dîmen beşdar bibin. Di kongreyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên der barê ol û baweriyan de û nameya KCK'ê hat xwendin.

Kongre dê ji 4 rûniştinan pêk were. Dê di nava du rojan de mijarên wekî xwişk û biratî, rola jinan di xurtkirina jiyana hevbeş de, rola siyaset û ragihandinê di hişyarkirina olan de ji bo ku pirsgirêkên civakê çareser bikin her wiha pêkanîna jiyana hevbeş werin nîqaşkirin.

‘Pêwîstî bi têkoşînek li hemberî çanda kolekirin û qirkirinê heye’

Berdevka Yekitiya Jinên Êzidî Sead Hiso teqez kir ku pêwîstî bi têkoşînek li hemberî çanda kolekirin û zilma ku îro li ser jinan tê meşandin heye û wiha got: “Ji dîrokê ve heya roja îro gelê Ezidî bi taybetî jinên Êzidî di gelek fermanan re derbas bûn. Ferman bi destên Osmaniyan pêk hatin. Fermana herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê bû ku bi nave Misilmaniyê êrîş kir bi hezaran jin û zarok qetil kirin û revandin. Armanca wan tunekirin û qirkirina gelê Êzidî ye. Lê em mêze bikin ku yên jinên Êzidî rizgar kirin zarokên vê xakê ne ji olên cuda ne, şervanên YPJ/YPG’ê ne. Ji ber ku ev hêz li ser felsefeyek azad û projeya Netewa Demokratîk hatiye avakirin, diparêze xwedî li jin û civaka Êzidî derket. Ev siyasetên dewletên Desthilatdar ku her dem bi riya ol û baweriyan dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin û tevliheviyan di navbera pêkhate û ola misilmaniyê de derxin pêş. Li hemberî wê xeta projeya Netewa Demokratîk hevgirtina gelan, hevqebûlkirin, aştî, mafên jinan da pêş. Ev proje ol, ziman, çand û dîroka gelan diparêze. Li hemberî siyasetên înkar û qirkirinê têkoşîn û berxwedaniyek mezin pêwîst e ev jî di şexsê jinên Kurd de li pêş e.”

‘Projeya Netewa Demokratîk hemû pêkhateyan ji pişaftin û qirkirinê diparêze’

Hevseroka Partiya Suryan a Demokratîk  Madlên Xemîs 2’yemîn Kongreya Navneteweyî ya Ol û Baweriyan pîroz kir û wiha anî ziman: “Em îro dibînin ku her netewek bi ol, çand, ziman û baweriya xwe di kongreyê amade ye ev gaveke serkeftî û pîroz e. Projeya Netewa Demokratîk hemû gelên herêmê ji pişaftinê diparêze. Em wekî jinên Suryan hevgirtina hemû jinan ji her olê dikin da ku em jiyana azad û demokratîk ava bikin.”

‘Rêveberiya Xweser hezkirin û yekitiyek di navbera pêkhateyên herêmê de daye avakirin’

Nûnera Partiya Aşûrî ya Sûriyeyê Cemîla Kako destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hezkirin û yekitiyek di navbera pêkhateyên herêmê de daye avakirin û wiha got: “Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Til Temirê de  hemû netew ji her olî bûn yek û parastina xaka xwe kirin. Şervanan di xetên pêşî de ji olên Xirîstiyan, Misilman û Ermen şehîd bûn. Ev peyamek e ji tevahî hêzên desthilatdar re ku gel xwe bi rêxistin kiriye û yekitiya xwe ji her alî ve daye avakirin û li hemberî gef û êrîşan dê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘Armanca kongreyê hevnaskirin qebûlkirin û jiyana bi hev re ye’

Nûnera gelê Zerdeşt ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Huda Şêxmûs diyar kir ku armanca lidarxistina kongreya Ol û Baweriyan ku aşîtî, hezkirin û hevdû qebûl kirin bide ava kirin û wiha anî ziman:” Di riya vê kongreyê de em kevneşopiya hevdû nas dikin, bihevre tên girêdan ji ber ku em li ser xetekê dimeşin xeta pirojeya Netewa Demokratîk ku em bi rêzdarî nêzî hev bibin û bi hev re ji êrîş û pişaftinê biparêzin. Ji ber ku sîstemên desthilatdar her dem di nava me de ne, tevlihevî, tunekirin, ji hev dûrxistin û neqebûlkirinê didin avakirin. Em bi riya kongreyê bizanibin ku yek siyaset li ser me tê meşandin siyaseta nijadperestî, yek, ol, ziman, yek çandê ye. Em dixwazin her dem kongre werin lidarxistin da ku em bikaribin civakek rast, wekhev bidin avakirin.”

‘Di her olî de jin pîroz tên dîtin’

Endama Kongreya Ol û Baweriyên Mezopotamyayê Eliya Mûsa bal kişand ser rola jinan di Îslama demokratîk de û wiha axaftina xwe domand: “Jin di îslamiyetê de pîroz tên dîtin. Jin di her olî de pîroz tên dîtin û xwedî maf in lê di gelek cihan de cewherên olan hatiye guhertin û li gorî desthilatdaran hatiye berovajîkirin. Mînak dibêjin ku jin kêm aqile lê di rastiya îslamiyetê de ne wiha ye, jin dayik e, dayikbûna wê dide diyarkirin ku jin zana ne, sebir in, perwedekirina zarokan dikin. Gelo çawa kesek nezan nifşekî perwerde bike? Di vê yekê de em ê rastiya Misilmaniyê derxin pêş. Ger em vegerin dîrokê em ê bibînin ku di şerên ku diqewimin di dema Hz. Muhemed jin şer dikir, xwe û civaka xwe diparast. Di roja me ya îro de ji bo parastina civakê û xelaskirina wê ji kesên ku misilmaniyê reş dikin, bersiva herî baş a jinan YPJ’ê ye. Jin xwedî îrade û berxwedaniyek mezin in.”

Eliya Mûsa wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez vê kongreyê weke gulistanek bi gul bi rengên cuda xemilandî ku dixwazin xweşkbûnek bidin bajar ango herêma xwe dibînim. Ola Îslamê bi gelek şeran re rû bi rû ye û tê gotin ku olekî girtî ye, ji ber vê yekê em hewl didin rastiya olê ji her kesê re eşkere bikin. Her wiha ji ber ku em Îslama demokratîk esas digrin, rastî gelek êrîşan tên.”

Kongre bi nîqaşan berdewam dike.