Li herêmên dagirkirî zimanê Tirkî li ser gel tê ferzkirin

Dewleta Tirk li ser gelên xaka Sûriyeyê ya dagirkirî Tirkkirinê ferz dike. Kesên ku bi tirkî nizanin nikarin li herêmên ku tabelayên erebî û navên cihan li tirkî tên wergerandin, kar peyda bikin.

LÎNA EL-XETÎB

Îdlîb - Dewleta Tirk ku li herêmên li Bakurê Sûriyeyê dagir kiribû, polîtîkaya asîmîlasyonê meşand, piştî ku navên cihên giştî û dibistanan ji Erebî guhert Tirkî, zimanê Tirkî jî li mufredatê zêde kir. Saziyên taybet ji bo fêrkirina zimanê Tirkî ji gel re hatin vekirin. Hat zanîn ku li ser kesên kar digerin, zanîna zimanê Tirkî tê ferz kirin.

‘Ji bo peydakirina kar bû şertek’

Ghada El-Obeyd a 25 salî ku li Îdlîbê zanîngeh qedandiye yek ji wan kesan e ji ber ku kar peyda nekir neçar ma ji bo fêrbûna Tirkî beşdarî qursê bibe. Ghada El-Obeyd got: “Piştî ku ez bûm mezunê şirîkeyê, ez hîn bûm ku ji bo peyda kirina kar zimanê Tirkî zanîn şerte. Ez neçar bûm ku beşdarî qursek fêrbûna vî zimanî bibim, bi hêviya ku ez karekî ku di piraniya rêxistinan de piştgirî bide min, bibînim.” Ghada El-Obeyd diyar kir ku bi belavbûna dewreyên fêrbûna zimanê Tirkî û komxebatên perwerdeyê yên ku ji aliyê hin navendên Bakurê Sûriyê ve hatine destpêkirin, hînbûna zimanê Tirkî di nava xwendekar û akademîsyenan de berbelav bûye û di warê perwerdeyê de bi awayekî berçav cih girtiye.

‘Zarokên me gelek zehmetiyan dikişînin’

Lamees Jalo a 41 salî ku 4 zarokên wê yên diçin dibistanê hene, bertek nîşanî xistina zimanê tirkî di mufredata dibistanê de ji perwerdeya seretayî heta navîn da. Lamees Jalo got: “Ji dervey zimanê Îngîlîz û Erebî pêkanîna zimanê Tirkî ya li dibistanan, gelek zehmetiyan li ser zarokên me dike. Herwiha li şûna zimanê Erebî ku zimanê wan yê zikmakî ye, li ser zimanê Tirkî rawestana wan dezavantajan çêdike.”

‘Ez neçar mam fêrî Tirkî bibim’

Safaa El-Îsawî ya 22 salî ku ji bajarê Maaret El-Numan koçî bajarê Îdlîbê kir, ji bo xwendina xwe li zanîngehên ku li herêmên di bin kontrola dewleta Tirk de hatine avakirin bi dawî bike neçar ma zimanê Tirkî hîn bibe. Safaa El-Îsawî got: “Piştî serkeftina min a li dibistana navîn, ji bo ku ez xwendina xwe ya zanîngehê bidomînim neçar bûm ku fêrî tirkî bibim. Sedema vê jî ew e ku dewleta Tirk pileyên zanîngehên herêmî, ji yên li zanîngehên ku li Bakurê Sûriyeyê vekirine nas nake.” Safaa El-Îsawî destnîşan kir ku navên piraniya kolan û taxan bûne tirkî û navê Amna Bint Wahb ku yek ji cihên kevnar û bi prestîj e jî hatiye guhertin. Safaa El-Îsawî got: “Navê El-Bab hate rakirin û li şûna wê navê leşkerekî Tirk ku li ser xaka Sûriyê hatiye qetilkirin, hate danîn. Pêkanîna bazirganiya bi lîreyên Tirkî û her wiha navê kevn, niyeta dewleta Tirk a ji bo bidestxistina van herêman bi awayekî mayînde nîşan dide.”

‘Tirkkirin tê ferzkirin’

Mamosteya ji bajarê El Babê Ohood El-Xalîf a 35 salî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk bi belavkirina çanda xwe li herêmên Bakurê Sûriyeyê bi awayekî sîstematîk Tirkkirinê ferz dike. Bûyerên dîrokî di mufredatê de bi tevahî hatine guhertin. Ez ferzkirina zimanê tirkî wek zimanê dayîkê rexne dikim. Dewleta Tirk qeydên nifûsa xwecihiyên herêmên Sûriyeyê guhert. Ji bo kesên li van herêman dijîn, Sûriyeyiyan qertên xwe yên şexsî û malbatî vekişandin û li şûna wan qertên Tirkiyeyê bi cih kirin.”