Li herêmên dagirkirî bazirganiya mirovan, revandin û îşkencekirin

Gelê Sûriyeyê ku ji çend aliyan ve di dorpêçê de ye, bi riya çeteyên girêdayî Tirkiyeyê hem neçarî koçberiyê tê kirin hem jî rastî her cure îşkenceyê tê.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Qaçaxkariya mirovan bi gelemperî di dema şer û pevçûnan de û carna jî ji bo armancên aborî ji ber xizaniyê belav dibe. Ji ber aloziya li Sûriyeyê û şerê bênavber, hejarî û bêçarebûn her diçe zêde dibe. Ev yek bû sedem ku bi milyonan mirov berê xwe bidin penaberiyê. Lê çawa penaberî bû riya bazirganiya mirovan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên bi wê ve girêdayî bi taybetî li herêmên dagirkirî?

6.8 milyon penaberên Sûriyeyê li welaten cîhanê hene

 Qaçaxkariya koçberan ku di xala  3(a) ya Protokola Qaçaxkariya Koçberan de hatiye pênasekirin, hêsankirina ketina neqanûnî ya kesek ji bo nava dewletekê ye. Ji bo bidestxistina feydeyên darayî yan madî yên din. Her çend ew sûcê dewletekê ye jî qaçaxkar, dikarin mafên mirovên koçber binpê bikin, ji êrîşa fizîkî bigre heta sûc û kiryarên cuda. Tevî vê yekê jî pir caran mirovên koçber qaçaxkariyê wekî yekane navgîna revê ji zilm, pevçûn û tundiyê bi kar tînin.

Yek ji welatên ku herî zêde koçberî lê çêbûne Sûriye ye. Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve, bi milyonan Sûriyeyî ji bo ewlekarî û parastinê malên xwe terikandin. Li gorî amarên dawî yên ku ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve hatine belavkirin, heta sala 2023’an hejmara penaberên Sûriyeyê li cîhanê gihîştiye nêzî 6.8 milyon kesan. Ji ber protokol û sîstemên gelek welatan, mirov neçar man ji bo ku qaşo xwe bigihîjînin cihên bi ewle, berê xwe bidin qaçaxkaran da ku bi awayekî dijqanûnî wan derbasî welatên Ewropayê bikin.

Tirkiye û siyaseta hewandina koçberan

Bi hinceta xwedîderketina li penaberên Sûriyeyê, dewleta Tirk ji destpêka krîza Sûriyeyê ve deriyê sînorê xwe ji bo koçberên Sûriyeyê vekir. Ji Çileya 2023’an vir ve, zêdeyî 3,500,000 penaberên tomarkirî hene ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane Tirkiyeyê, li seranserê cîhanê hejmara herî mezin a penaberan dihewîne. Her wiha nêzî 100 hezar welatiyên Sûriyeyê bi destûra rûniştinê li Tirkiyeyê dimînin. Ev yek jî dikeve xizmeta Tirkiyeyê ji bo ku alîkariyên mirovî bigre li ser hesabê penaberan.

Bingeha yekemîn a derbasbûna Ewropayê Tirkiye ye ku sê riyên sereke jê diqetin û ew jî Sirbistan, Yûnanistan û Bulgarîstan in. Di heman demê de zagon û mercên zehmet nehatine pejirandin loma dibe sedem ku gelek kes berê xwe bidinê. Tirkiye yek ji welatên herî nijadperest û bêtehemul e li hemberî penaberan bi taybetî yên Sûriyeyê tê dîtin, ji ber vê yekê mafên wan ji aliyê dewleta Tirk ve tên binpêkirin.

Destwerdana Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û binpêkirina zagonan

Ji destpêka destwerdana Tirkiyeyê ve di karûbarên Sûriyeyê de û gelek binpêkirinên wê ji zagonên navdewletî û mirovî re, dewleta Tirk gelek deverên Sûriyeyê bi hinceta  parastina ewlehiya xwe ya niştîmanî û piştgirîkirina xelkên Sûriyeyê, ji bo bidawîkirina şerê Sûriyeyê wekî ku îdia dike, dagir kiriye. Di van herêmên dagirkirî de jî mîna Serê Kaniyê, Girê Spî, Efrîn, Idlib, Cerablus û Ezaz destwerdaneke xurt û radîkal bi taybetî ji aliyê komên çete yên ser bi dewleta Tirk ve tê meşandin. Her wiha mafên mirovên ku li wir dijîn, bi taybetî yên Kurd û Suryanan tên binpêkirin ji ber ku ew wan kêmar dihesibînin. Li hêleke din ser xetên sînorî yên bi Tirkiyeyê ve girêdayî hem mirovên ku debara jiyana xwe dikin û hem ên ku dixwazin sînor derbas bikin ji bo koçberiyê jî kiryarên hovane der heqê wan de tên kirin.

Xeteriyên koçberiyê çi ne?

Rêveberiya Komelaya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma têkildarî xeterî û zirarên ku digihêjin koçberan û wiha pêde çû: “Ev demek e pêla koçberiyê zêde bûye, sedema wê jî gef û êrîşên berdewam ên dewleta Tirk û komên wê yên çete li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di heman demê de dorpêçek heye. Lê koçberî ne bi hêsanî ye, di rêya koçberiyê de mirov rastî gelek zehmetî û kiryarên dijmirovî tên ku gelek caran digihêje kuştinê bi awayekî meqsûd. Gelek rewş hene ku hatine belgekirin taybet li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bê çawa mirov rastî tundî, îşkence û kuştinê hatine”.

‘Şêweyeke sîstematîk ji bo valakirina herêmê û guhertina demografiyê’

Evîn Cuma destnîşan dike ku ev kiryar şêweyekî sîstematîk in di derheqê koçberan de û wiha bi dawî kir: “Ji xwe bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn tê kirin û paşê wan direvînin û îşkenceyê li wan dikin. Rê li pêşiya koçberiyê divekin ji bo ku guhertina demografî çêbikin û bicihkirina kesên ne xwecihî li şûna wan bi cih bikin, ev yek xizmeta guhertina demografî dike. Niha piraniya koçberên li Tirkiyê li herêmên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê bi cih kirine”.

Daneyên sûcên Tirkiyeyê li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê

Bêguman ji ber ku kontroleke zextkar li wan herêman heye, şopandin zehmet e ji bo rewşa li wir tê qewimandin, ji ber vê yekê jî zehmet e ku hejmar û daneyên ji sedî sed têkildarî sûcên ku li wir tên qewimandin bên zanîn. Komeleya Mafên Mirovan a herêma Cizîrê dikaribû heta astekê bi riya çavkanî û şahidên heyî xwe bigihêjîne hinek rewş û hejmarên li ber dest lê dibe ku hejmar ji vê daneyê zêdetir jî be. Daneya komeleyê binpêkirinên ku Tirkiyeyê kirine li ser sînorê Bakurê Sûriyeyê ji destpêka sala 2011’an heta 31’ê Kanûna 2022’an bi vî rengî ye:

“220 kes hatine kuştin, 381 kes birîndar bûne, 14 kes dema xebatê di nava zeviyên xwe de li ser xeta sînor hatine kuştin, 3 kes dema dikevin nava axa Tirkiyeyê winda bûn, 20 kes di bin îşkenceyê de hatine qetilkirin, 27 kes rastî lêdan û îşkenceyê hatin.”

Her wiha amarek ji 1’ê Çileya 2022’an heta 31’ê Tebaxa 2023’an jî hat derxistin:

“115 kes hatine kuştin ku di nav wan de zarokek heye, zarokek hat birîndarkirin, 6 kes rastî lêdan û îşkenceyê hatin.”

Li herêmên dagirkirî binçavkirin tehdîd û îşkenceya li ser koçberan

Mêrê bi navê W.M yê 48 salî ji bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku sîstem û siyasetên dewleta Tirk û çeteyên bi wî ve girêdayî yên kolberiyê piştrast dike ku şebekeyek berfireh û bi xeter dane avakirin ji bo bikaranîn û îstîsmarkirina koçberan  dibêje: “Ji bo derbasbûna axa Tirkiyeyê tunel û di sînor re (El Çeqel) heye. qaçaxkariyên mirovan ji bajaran ber bi Serê Kaniyê, Girê Spî û paşê Tirkiyeyê ve dibin. Gelek qaçaxkar hene ku têkiliya wan bi çete û dewleta Tirk re hene, rola wan jî ew e ku koçberan radestî MÎT’ê bikin. Bê şik û guman, kesên Kurd bi awayekî otomatîk tên girtin li herêmên dagirkirî. Di heman demê de kesên Ereb ên li herêmên Kurdan jî tên girtin ji bo ku agahiyan ji wan kom bikin. Dema tên revandin, bi giranî tên îşkencekirin û wan bi malbatên wan tehdîd dikin. Hin kes hene daxwaza 30 hezar dolar dikin ji malbatên wan ji bo ku bên berdan û ger pereyan nedin, wê demê çete bi hinceta terorê wan radestî dewleta Tirk dikin. Gelek caran gihîştiye asta ku destdirêjiyê li jinan bikin. Ev hemû senaryo bi agahî û serpereştiya Tirkiyeyê tên kirin. Jixwe li aliyê sînor di hundirê Tirkiyeyê de mîna Til Aqûbê, Dembilya, Hara Mîtanê û hwd. cerdewan cihê xwe digrin ji bo hêsankirina vê planê.”

Ayazê 13 salî çîroka xwe ya di zindaneke çeteyan a Ezazê de vedibêje...

Ayazê 13 salî dema ku dixwaze bi hin mirovên xwe re bi riya qaçaxkariyê derbasî Ewropayê bibe, qaçaxkar wî radestî Tirkiyeyê dike, Tirkiye jî wan radestî çeteyên dike. Ayaz di gel 9 kesên din li bajarê Ezazê yê bakurê Sûriyeyê ku girêdayî parêzgeha Helebê ye û dikeve bakurê rojavayê bajarê Helebê bi dirêjahiya 48 km. ku niha ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, tê revandin. Ayaz bi van hevokan kiryar û sûcên Tirkiyeyê eşkere dike: “Dewleta Tirk em radestî çeteyên Cêş El-Hur kirin. Em xistin girtîgehê, ew girtîgeh nêzî 30 kes tê de hebûn di nav de jin û zarok ji temenên cuda hebûn. Çend rojan em girtî hiştin li gel xwe. Di wan çend rojan de şerê taybet li hemberî me didan meşandin da ku em agahiyan bidin. Di heman wextê de bi rêbazên tund wekî siwarkirina bi dolab, lêxistina bi hesin û rakirina neynûkan îşkence li girtiyan dikirin. Îşkence dikirin ji bo ku malbatên me bitirsînin. Ji ber ku malbatên me dikaribûn fîdye bişînin ji wan re, em 9 kes azad berdan lê kesên mayî li gel xwe girtî hiştin. Digotin eger ev ê mayî pereya jî bidin em wan bernadin, çarenûsa wan dê çi be ne diyar e.”

Brîtanyayê di meha heştemîn a îsal de bi Tirkiyeyê re peymanek îmze kir ji bo jinavbirina şebekeyên qaçaxkariya koçberên neqanûnî, weke ku wan pênase kir. Li hêlekê peyman tên îmzekirin û li hêleke din jî bazirganî li ser êş û azarên koçberan tê kirin. Bi taybetî yên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdikevin.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li ser Derman û Tawanan dibêje ku qaçaxkariya mirovan bûye tawaneke giran ku bi qanûnê li hemû cîhanê tê cezakirin. Di gel zagonên heyî yên ku tên derxistin qaşo ji bo parastina mafên koçberan jî qaçaxkar di şert û mercên dijwar de bi milyonan mirovan di gelek hêlan de îstismar dikin bêyî ku şopandin û lêpirsîneke zagonî û rasterast bê kirin.