Li Herêma Kurdistanê tundiya bi riya dîjîtal zêde dibe

Parezêr Asos Namîq Braxas, da zanîn ku jin dikarin di çarçoveya kampanyaya bi sernavê “Em ji bo dawîanina tundiya dîjîtal û hemû awayên tundiya li dijî jinan dibin yek” fêrî rê û rêbazên xweparastina ji şantaja bi riya dîjîtal bibin.

MÎHRÎBAN SELAM

Helebce – Ji 25’ê Mijdarê û vir ve, li Herêma Kurdistanê di bin sernavê  “Em ji bo dawîanîna tundiya bi riya dîjîtal û hemû awayên tundiya li dijî jinan dibin yek” de çalakiyên curbecur tên lidarxistin. 

Bi pêşketina teknolojiyê û amûrên ragihandinê re, bi taybetî jin gelek caran rastî hemû cureyên tundiyê ten. Tundiya bi riya dîjîtal her diçe zêdetir dibe. Kesên nenas ji pişt ekranan li dîjî jinan tundiyê dikin. Jinên ku li ser hesabên medyaya dîjîtal rastî tundiyê tên, ji wan re tê gotin ku ger wêne û vîdyoyên xwe neşînin dê navê wan îfşa bikin. Di hinek rewşan de jin ji ber zexta malbat û civakê bêdeng dimînin û li ber daxwazên wan serî ditewînin. Lê hinek jin jî bi zanebûn tevdigerin, daxwazên bi vî rengî red dikin û belge dikin. 

Gelo li Herêma Kurdistanê tundiya bi riya dîjîtal heye?  

Mamosteya zanîngehê û parezêr Asos Namîq Braxas, ji ajansa me re axîvî û wiha got: "Tundiya dîjîtal bandorê li her du zayendan jî dike lê bi taybetî jin zêdetir rastî vê yekê tên. Li gorî qanûnên Iraqê, bi saya zagona bi armanca xirab a bibikaranîna amûrên nû yên ragihandinê ku di sala 2008’an de hat darxistin, jin dema ku rastî tundiyê yan ji tacîzê werin dikarin mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin û xwe biparêzin.”

‘Pêdivî bi zanîn şiyarî û hişmendiya civakî heye’

Asos Namiq Braxas, der barê pirsa kesê ku rastî tundiyê tê di aliyê hiqûqî de dikare çi bike de wiha got: “Di aliyê hiqûqî de kes dikare serlêdan bike, mafên xwe bixwaze û xwe biparêze lê ev tenê bi aliyê hiqûqî sînordar nîn e. Tenê bi riya hiqûqî bi temamî mîsogerkirina ewlehiya mafên kesên rastî tundiyê hatine, ne pêkan e. Di heman demê de pêdivî bi hişmediya civakî jî heye.  Di civaka Kurdan de tevgerên wiha pir tên dîtîn û ev yek bi gelemperî bi awayê îfşakirin û gefxwarinê ye. Di aliyê hiqûqî de doz tê vekirin, pêvajoya dadgehê pêşve diçe û ger dadgeh baweriya xwe bi pêkhatina tundiyê bîne, wê gavê mafên wan didin kesên rastî tundiyê hatine û ew kes dikare daxwaza mafên xwe bike.”