Li herêma erdhejê sûcê mirovahiyê hat kirin
Civaknas Aslihan Han, diyar kir ku divê her tiştê ku bi erdhejê re derketiye holê niha bê axaftin û behsa plana ku hatiye çêkirin û çi îşaret dike kir.
SERPÎL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Di du erdhejên ku navenda wan Mereş bû, li gelek bajaran hilweşandinek mezin qewimî. Xebatên xirabeyan jî piştî erdhejê bi rojan dest pê kirin, hêrsa gel a li hemberî dewletê bi dîmen di çapemeniyê de diyar bû. Dîmenê ku ciwan bi îdiaya diziyê hatin girtin piraniya wan penaber in ji aliyê kesên bi unîformayên fermî û sivîl ve hatin îşkencekirin hatin weşandin. Piştî ku dîmen di medyaya dîjîtal de hatin belavkirin, ji gelek beşan bertek hatin. Li ser van mijaran em bi civaknas Aslihan Han re axivîn.
Civaknas Aslihan Han ku dema li Navenda Xizmetên Civakî ya Mamakê ya girêdayî Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî mamostehiyê dikir, bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê ya hejmara 675 ji kar hat derxistin û niha ji bo mexdûrên erdhejê dixebite. Weke Aslihan Han bi dehan biryarnameyên qanûnî tevli xebatên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhejê hatine pêşxistin dibin. Aslihan Han, da zanîn ku dereng tevgerkirin û bi OHAL’ê hêzên mîlîtarîst pêşî li rêxistinên civaka sivîl digrin û sûcê mirovahiyê dike û wiha got: "Ger li ser sedemên karesatê îro neyê axaftin dê sibê pir dereng be."
'Divê bêkoordînebûyîna di saziyên dewletê de were lêpirsînkirin’
*Hat gotin ku 3 roj saziyên dewletê neçûn/nikaribûn biçin herêmê. Ev rewş girêdayî rejîma yek zilamî bû ku rayeyê di navendekê de kom dike. Erdhej û encamên wê têkildarî rejîma yek zilamî çi nîşan da?
Ez difikirim ku neçûna dezgehên fermî, bi taybetî ekîbên rizgarkirin û tenduristiyê, ji bo devera erdhejê bi lezgînî neçûn an jî nehatin şandin, bi “rejîma yek zilamî” ve girêdayî ye tenê hincetek e. Ger yekane sedema derengmayînê ev hincet bûya, em çawa dikarin kêmasiyên wan ên ku di mudaxeleyên karesatên beriya 2018’an de rave bikin? Tilariya burokrasiya dewletê, terzê jiyana rehet a burokratan ji rastiyê dûr, bêplaniya dewletê ya li hemberî rewşên awarte û ya herî girîng jî nebûna polîtîkayên li ser bingeha parastina berjewendiyên mirovî û hevsengiya ekolojîk a îqdîdara siyasî û kêmasiya alavên teknîkî yên ku ji zanistê dûr in di nava faktorên ku mudaxeleyê li herêma erdhejê dereng pêk anîn de cih digrin. Saziyên dewletê bixwazin jî nikarin di nava xwe de koordîne bibin û nikarin dabeşiya kar bikin. Nebûna koordîneyê di navbera saziyan de divê ji “rejîma yek zilamî” wêdetir di rizîbûna saziyên dewletê de were gerandin.
Sûcê mirovahiyê ye
Di karesetên mezin de bi rêxistinên dilxwaz û rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevkarî û birêxistinekirina wan jî têgihîştineke ku qadên wan ên tevgerê teng dike ye. Astengkirina kes û rêxistinên dilxwaz ên ji bo gihîştandina herêmên erdhejê yên ku rayedarên dewletê nikarin bigihîjin jî divê di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de bên nirxandin.
Bi OHAL’ê û hêzên mîlîtarîst pêşîgirtina li her jiyana ku rêxistinên sivîl û dildar dê rizgar bikin sûcê mirovahiyê ye. Divê saziyên dewletê bêyî ku tu cihêkariya herêmî û etnîkî di navbera welatiyan de pêk bînin giranî bidin ser rizgarkirina mirovan û bikaribin xebateke gelêrî li ser esasê peydakirina pêdiviyên jiyanî bi dilxwazan re pêk bînin. Lê belê di van hefteyên ewil ên erdhejê de jî em pêkanînên ku rê li ber alîkarî û hevgirtinê digrin dibînin. Rastiya ku hin kesên tên biçûkxistin, cuda karî tê kirin û di jiyana civakî de nikarin bi awayekî wekhev ji xizmetên gelemperiyê sûd bigrin, li herêma erdhejê jî rastî heman pêkanînê tên, rûyê faşîst ê dewletê yê neguheriye nîşan dide.
‘Desthihatdariya AKP’ê xwe dixe bin kirasên olî’
*Ji aliyê hikûmetê ve her her dem gotina "plana qederê" hat gotin. Nîşana vê ya li kolanan çawa ye?
Hikûmeta AKP'ê ji bo polîtîkayên xwe yên îhmalkar û bêkêr veşêre, bi hêmanên olî yên ku difikire li ser civakê bi bandore hembêz dike. Ev derew ne tenê di erdhejê de, di qetlîama madenê û karesata lehiyê de jî hembêz kiriye. Mixabin beşeke girîng a civakê “tevî her tiştî” bi vê bawer dikin. Komên olî yên li Tirkiyeyê her tim girseyeke ku xwe li ser bingehê civakê bigirin dibînin. Di pêvajoya 15’ê Tîrmehê de her çendî komeke ku hewl dide xwe ji komên “olperest” dûr bixe hebe jî, beşeke mezin a civakê di bin bandora van nîqaşan de ye. Desthilatdariya Erdogan jî her pêvajo van nîqaşan di rojevê de hişt û bi girseyê xwe re danûstandina domandiye. Bi taybetî jî gelek caran axaftin û polîtîkayên ku di civakê de ramanên xuda tinê pêşberî hev, polarîze dikin bikartîne û ji xwe re qad vedike. Gotinên ku an jî komên dinî re piştgiriyê manewî dide an jî ji fikrin azadixwaz re gotinen dijmane diparezê, piştgirên xwe di derdorek nêzîk de dihêle. Ji bo bedelê windahiyên jiyanê, avahiyên hilweşiyane û bajarên hilweşiya ya li herêma erdhejê nede, hewl dide gel careke din gel polarîze bike. Sedemên rastî yên hilweşîna ku AKP jê re dibêje “qeder” tevî sansurê jî tê axaftin.
'Hewl didin hêrsa ku rabûye bitepisînin'
Mirov dema dibêjin “alîkarî nayê” rastî gefan ten. Ji bo kesên alîkarî dikin, tê gotin "xebara hilbijartinê dimeşîne." Ev yek ji bo gelê ku şîna windabûnên xwe bi hêrs digrin, tê çi wateyê? Gelo ev hêrs di van axaftinan de dikare were tepisandin?
Ji bo 2mirov bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ya 20 salî çiqas civakê birîndar û parçe kiriye. Li herêma erdhejê binêre bes e. Karaseteke ku êdî nayê gotin “Tevî her tiştî jiyan didome” qewimî. Mirovên ku di nava êşeke ewqas mezin de jî hewl dide were polarîzekirin heye. Me desthilatdariya siyasî ku rehmê li êşa tu kesê nake di bêdengkirina dengê mexdûrên erdhejê de dît. Divê astengkirina xebatên alîkariyê yên dilxwaz û partiyên muxalîf weke “xebata hilbijartinê” ya AKP’ê bê nirxandin.
Neçarî û gef, tundî û tirs amûra AKP'ê ya bûyina desthilatdarî ye. Ji bo qutkirina her cure dengên ku hêrs û bertekên li herêma erdhejê zêde dibin li raya giştî were bihîstin, astengkirina hevgirtina civakî û tepeserkirina sûcê xwe jî ji dîtina "bizina gunehan" dudilî nebû. Bi sûcdarkirina penaberan, mexdûrên erdhejê bi dizî û talanê sûcdar kirin, hewl dide karesata li herêmê ji raya giştî veşêre. Dibe ku li herêma erdhejê rêbazên SADAT an jî DAIŞ’ê dabin xuyakirin, ji ber hewl da tepisandina hêrsa gel a mezin dibe ye.
OHAL dê bi kêrî çi were?
*OHAl di esasê xwe de weke nîşaneya vê polîtîkaya çewisandinê tê dîtin. Hûn çi dibêjin, bandora OHAL’ê dê çawa be?
Em civak baş dizanin ku OHAL ji bo çi û ji bo kê tê bikaranîn. OHAL'a ku piştî 15’ê Tîrmehê ji bo 3 mehan hat îlankirin 2 salan berdewam kir. Binpêkirinên destûra bingehîn û mafên mirovan di çarçoveya OHAL'ê de kirin, encamên ku nayên vegerandin ava kir. Kes bawer nake ku OHAL a ku îro li herêma erdhejê hatiye îlankirin ji bo berjewendiya gel were sepandin. Ne pekan e ku mirov ji bo OHAL’a ku di roja 4’emîn de hatiye ragihandin baş bifikire. Her çend girîngiya 72 saetan a di rizgarkirina jiyanê de tê zanîn jî mimkun e ku mirov texmîn bike ragihandina OHAL'ê ya di roja 4'emîn de ne bi lez kirin xebatên rizgarkirinê yên di bin xirabeyan de û rizgarkirina jiyana mirovan e. Tevî ku qanûnên ku ji bo plansaziya piştî erdhejê û ji nû ve avakirina bajaran têrkêr in jî dê OHAL çi bike. Hikûmeta ku ji bo kêmasiyên di xebatên rizgarkirina herêma erdhejê de bavêje plana duyemin, hewl dide 'talankeran' di rojevê de bihêle û di heman demê de hewl dide bi hêzên mîlîtarîst re tirsê bide, çima OHAL îlan dike? Ma ji hêrs û berteka xwediyên bajarên hilweşandî ku bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran jî birîndar bûn, xwezayîtir çi heye? Gelo OHAL ji bo tepisandina vê berteke tê sepandin? An jî OHAL ji bo li dijî welatiyên ku dê bi hevgirtinê birînên xwe bipêçin, tê sepandin? An jî ji bo parastina kesên ku destûrê didin avahiyên ku ji gel re bûye gor OHAL heye?
Taktîka veşartina sûc
*Bi gotina “Îro ne dema axaftina siyasetê ye” hewl tê dayîn girêdana erdhejê û veguherîna felaketeke mirovî bi siyasetê were veşartin. Der barê vê rewşê de şîroveya we çi ye? Dema hêrsa civakê tê fikirandin, ev axaftin çima tên belavkirin?
Ger sedemên karesatê îro neyên nîqaşkirin dê sibe pir dereng be. Niha divê li ser rewşa şenbêr nirxandin, rexne û banga hesabpirsînê bê kirin. Hikûmet ji aliyekî ve propagandaya erdhej karaseta sedsalê dike, li aliyê din jî gotina mirov nikare derkeve pêşberî qedera xwe belav dike. Ji bo her curê propagandayên ku wî rewa dike bêsînor cih dide, bêmerhametiyê sûcdarkirina kesên ku rastiyê eşkere dikin û wî berpirsiyar digrin tenê taktîkek e veşartina sûcên xwe ye. Sûcdarkirina hikûmetê ya mirovan bi veşartina rastiyê û kesên rastiyan dibêjin ne nû ye. Ragihandina ji bo gel a sedemên karesata xwezayî veguherî komkujiyeke tam divê karekî girîng be.”
'Hikûmet ji bo xwe serî li tundiyê dide'
Ji herêmê îdiayên "talankirinê" tên, piştre jî nûçeyên ku leşker, polîs û girseyên wan ên manîpulekirî bi van îdîayan mirovan îşkence dikin û qetil dikin tên. Hin hesabên paramîlîter bi îdîaya "talanker" vîdyoyên kesên ku ew îşkence kirine li ser medyaya ditîtal parve dikin. Bivê yekê re çi tê amanc bikin?
Em dizanin ku ev yek ji bo tirsandin, tirsandin û nerehetkirina raya giştî ye û astengkirina vegotina rastiyê ye. Hikûmet di her qadê de ji bo berdewamiya xwe misoger bike, bikarîna tundiyê dudilî nebû ye. AKP'ê ku dinava hewldana avakirina îktîdara tirsê de ye, di nava 20 salan de vê yeke ser nexist. Îradeya xurt a gel ya di vê mijarê de nîşan da ku AKP'ê nikare îktidara tirsê ava bike.
Nûçeyên ku bi taybetî Sûryaniyên kesən ku ji bo alîkariyê çûne herêma erdhejê, weke 'talan' rastî îşkenceyê hatine hene. Ev rewş bandoreke çawa li hevgirtina gelan û gelên demokrat ku berpirsyariya ku dewlet pêknayne, tînin dike?
Hikûmet hem diziya xwe û hem jî talankirina welat ya ji aliyê çeteyan ku nikare dev jê berde ve, wekî "xizmeta gel" nîşan dide, penaberên ku bi qasî hewcedariya xwe digirin an jî hewl didin di xirabeyan de jiyana mirovan rizgar bikin, diz pêşkêş kirin, bi gişti hewildanên hedef berovajî kirine. Kiryarên tundûtûjî yên li dijî penaberan bi tevahî bi rêbazən hukûmetê ve girêdayî ye. Nîşandana AKP'ê ya penaberan ku heta duh weke hilbijêrên potansiyel didît, îro jî weke talanker nîşan dide karesat ji hêviya dengan mezintir bû.
'Niha dem dema hesabpirsînê ye'
*Ger îro ji bo vê rewşê helwesteke rast neyê nîşadan dê encamên çawa bi xwe re bîne û li hemberî vê hovîtiyê divê çi bikin?
Mezinahiya karesatên xwezayî û bandorên wan ên wêranker li ser mirovan encamên jiyanê diguherîne ku rewş û pirsgirêkên nû diafirîne. Ev pirsgirêk û guhertin bi asta amadekariya mirovan ve girêdayî ye. Ji "Amadebûna ji bo erdhejê" girêdayî ye ku çiqas tedbîrên parastinê û pêşîlêgirtinê têne girtin da ku bandora wê ya wêranker kêm bikin. Veguherîna karesetên xwezayî ji bo felaketên civakî ji ber tedbîrên ku di wext û cihê xwe de nehatine girtin e. Ji bo kesên ku xizmên xwe windakirinê, birîndar bûne, seqet bûne û mal û milkên xwe ji dest dane, di wextê xwe de alîkariya pêwîst neyê kirin, mezinahiya karesatê zêdetir dike. Dema ku tedbîrên beriya erdheja 6'ê Sibatê nehatine girtin û kêmasiyên piştî karesatê bên gel hev, dê mezinahiya karasetek civakî derkeve holê. Bi gelemperî mirov ji bo karasetan bê amadekarî ne, lê negirtina tedbîrên li hember felaketên xwezayî yên naskirî û pêşbînîkirî jî ji bo komkujiyan bang dike.
Divê dem hatiye ku li ser van tedbîrên ku nehatine girtin û berpirsyaran biaxivin û hesab ji wan bê pirsîn. Bandorên derûnî yên vê karesata ku bi sed hezaran mirov jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne, dê giran û demdirêj bin. Bandorên derûnî vê karaseta li ser kesên ku bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne giran û demek dirêj be.
*Di aliyê jinan de zerara erdhejê çi ye? çavdêriyên we çi ne?
Mezinahiya bandorên karesatê yên li ser mirovan, bi rola wan a di jiyana civakî de jî parelel zêde dibe. Windabûna mala wê ya ku jin di jiyana xwe ya di navbera mal û zarok de weke "her tiştê min" pênase dikin, dibe sedema hilweşîna hestiyarî jî. Ger yek ji ferdên malbatê yan jî yek ji zarokan winda bibe, îhtîmaleke mezin ew e ku jin nikaribin jiyana xwe ya rojane bidomînin. Di rewşeke bêhêvîtî û bêhêvîbûneke kûr a li hemberî karesatê de divê xebatən piştevaniya psîkososyal bên destpêkirin û berdewamiya wan bê misogerkirin.
Li welatê me ku tevlibûna hêza kar a jinan kêm e û şert û mercên xebatê kêm in, bi karesata erdhejê re ev newekhevî dê zêdetir dibe. Dîsa dibe ku vekirina qadên karsaziyê yên nû bi salan ne gengaz be. Piştî erdhejê zirara aborî ya malbatan, zêdetir hîskirina xizanbûna, pirsgirêkên wan zêdetir bike. Di pêvajoya jinûveavakirin û tamîrkirinê de, divê giranî didin ser karkirina ewledar a jinên ji erdhejê rizgar bûne û polîtîkayên piştgirîya civakî.