‘Li herêma erdhejê pêdiviyên bingehîn ên jinan jî nayên bi cih anîn’

Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati, diyar kir ku tevî li ser erdhejê 5 meh derbas bûne jî pêdiviyên bingehîn ên jinan nayên bicihanîn û tundiya mêran berdewam dike û balkişand ku jinan tevî van şert û mercan jî hilberîna alternatîfên xwe didomînin.

Navenda Nûçeyan – Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati, rapora xwe ya "Li Herêmên Ji Erdhejê Bandorbûnê Tecrûbeyên Jinan ên Durketina ji Tundiyê û Mekanîzmayên Piştgiriyê” parve kir. Rapor li ser serdana Mor Çatiya ji herêma erdhejê, tercûbeyên jinan û xebatkarên civakî û derûnnasên ku beşdarî atolyeyên Mor Çati bûne û li herêmê piştgirî dane jinan hat amedekirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji serdana yekemîn a ku di dîroka 20-24’ê Sibata 2023’an û vir ve ji bo jinên ku li herêmê dijîn, pêdiviyên mirovî, tenduristî û ewlehiyê bi cudahiyên cuda nûbûna xwe diparêze, wiha hate gotin:

“Me bandorên newekheviya zayendiya civakî li ser jinan, ji lênêrîna zarokan bigire heta paqijkirin û misogerkirina pêdiviyên bingehîn, ev kar barekî giran di xwe de dihewîne dît. Bajarên kon û bajarên konteyniran ên ku nû hatine çêkirin, bi awayekî ku jin û zarok xwe bi ewle hîs bikin, nehatine çêkirin. Li gelek ji van qadên jiyanê, pêdiviyên bingehîn ên wekî ava vexwarinê ya paqij, tuwalet, serşok, elektrîk û cilşûştinê hêj me pekan e. Li cihên hebin jî gihîştina domdar û ne têrker e. Tevî ku xetereyên têkildarî tundiya muhtemel a li dijî jinan û êrîşa zayendiya zarokan a li herêmê ji aliyê karmendan ve tê diyarkirin jî, lêkolîneke pêşîlêgirtinê nayê kirin û li ser van xetereyan jî hîn tu xebat ne pekan e.”

'Li Semsûrê di bin xeteriya ewlehiya jiyanê de xebat tên meşandin'

Di raporê de hat diyarkirin ku Navenda Şopandina Pêşîlêgirtina Tundî ya Dîlok û Mereş (Mereş) ya girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî, beriya erdhejê li avahiyên ku lê bi cih bûne, xizmetê didin û wiha hate gotin: “Avahiya ŞONÎM'ê ya Semsûrê ji ber ku di erdhejê de xisarek mezin dîr, di konteynirek ku li kêleka avahiyê hatiye danîn de xizmetê dide. Lêbelê, me dît ku ev konteynir ne ji bo karmendan û ne jî ji bo jin û zarokên ku piştgirî jê werdigirin, ne bi rengekî ku hewcedariyên bingehîn ên mirovî misoger bikeye û ev kar di bin xetereya ewlehiya jiyanê de tê meşandin.”

Her wiha di raporê de hate ragihandin ku hemû ŞONÎM’ên ku bi wan re hevdîtin kirine, diyar kirin ku piştî erdhejê daxwaza stargehbûnê zêde bûye û hate dest nîşan kirin ku ji ber dewlet ji pirsgirêka xanî ya jinan re çareserî nabîne, ev pirsgirek berdewam e. Di raporê de hate diyar kirin ku jin bi hewcedariya xwe ya stargehê serî li mekanîzmayên li dijî tundiyê didin û ev rewş bi erdhejê re girantir bû.

'Tundiya mêran piştî erdhejê hî berdewam dike'

Di raporê de hat destnîşankirin ku mekanîzmayên piştgiriyê yên piştî erdhejê hatin afirandin, rewşên tundiyê yên muhtemel li ber çavan nagirin û dema rayedar bi nêrîna "Ji xwe di vê pêvajoyê de tiştek bivî awayî nabe” tevdigerin, nîşan da ku di pêvajoya dema erdhejê de jî tundiya mêr a li ser jinê berdewam kir.

Jina ku tundî dît li bajarê kon dimîne

Di raporê de, mînaka jineke koçber a ku bi biryara durxistinê re bi zarokên xwe re li bajarê konê dimîne, ji aliyê hevjinê xwe ve li kon ve rastî tundiyê tê hat dayîn û hate diyar kirin jina ku li bajarê konê gefên hevjinê xwe yê guhdane biryara durxistine hat, nikare alîkariya wergervan bigre, nikare xwe bigihîne polîsan, ji ber koçberî û temen û hejmara zarokên nikare stargehê bimîne, li bajarê konê dibîne.

Jin hêza xwe afîrandinê didomînin

Di raporê de hate gotin ku ev rewş ji bo jinên koçber hîn zehmetir e û hate diyar kirin ku jinan tevî bandorên erdhejê yên derûnî û fizîkî jî tevî van şert û mercan jî di pêvajoya ku ji tundiya li hemberî wan dûr ketine, hêza xwe û alternatîfên xwe diafirînin.

Di dawiya raporê de hat ragihandin ku tevî 5 mehên derbasbûyî jî pêdiviyên bingehîn ên jinan nehatin bicihanîn û hate diyar kirin ku mekanîzmayên ku ji tundûtûjiyê bên dûrxistin li her herêmê peyda nabin û wiha hayte gotin: “Em dibînin ku ji ber erdhejê pirsgirêkên pêkanînê yên heyî zêde bûne û ev rewş ji bo jin ji nû ve avakirina jiyana xwe û dûrketina ji tundiyê asteng e. Nebûna plansaziyek rêveberiya karesatê ku balê dikişîne ser newekheviya zayendî û plansaziyek çalakiya awarte ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, astengên li pêşiya jinan li herêmên erdhejê û parêzgehên koçberiyê hîn dijwartir dike.”