Li herêma erdhejê lehî rabû: Mirî û birîndar hene

Piştî erdhejên navenda wan Mereşê ji ber barana zêde ya ku li herêmê bi bandore gelek kon di bin avê de man, di nava agahiyên hatine bidestxistin de tê diyar kirin ku ji ber lehiya rabû li Semsûr û Rihayê 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Erdhejên 6’ê Sibatê ya li navenda wan Mereşê li bajarên Sûriye, Kurdistan û Tirkiyê bû sedema windahiyên canî û madî. Tevî ku li parêzgehên 11 bajarên Tirkiyeyê lê bandor bûn hevgirtina dixwazan berdewam dike jî, lê dîsa jî pirsgirêk berdewam dikin. Vê carê ji ber barana zêde ya ku li herêmê bandore, jiyana mexdûrên erdhejê yên di konên neparastiyê de zehmetir kir. Li gelek bajaran konên mexdûrên erdhejê di bin avê de man.

Semsûr

Li Semsûrê jî encama barana zêde lehî rabû. Hat ragihandin ku di encama binê avedê mayîna konteynerek li baxçeyê navçeya Tûtê de kesek jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî winda bûn e. Konên li herêmê hatin vedan jî ji lehiyê bandor bûn û di bin avê de man.

Meletî

Li navçeya Wêranşar a Meletiyê konên erdhejzedeyan di bin ava baranê de ma. Bi deh hezaran welatî niha ji ber erdhejê di konan de ne. Ji ber barana li Wêranşarê kolan, kuçe di bin avê de ma. Tê payin ku ev barana heta sibehê jî dewam bike.

Riha

Li Rihayê ji ber baranê lehî rabû, gelek dikan û mal û di bin avê de man. Gelê Rihayê ji ber ku tevdîr nestendine li hemberî rêveberiyê bi hêrs in. Li Xaçerêka Abîde ya ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan li navçeya Halîliyeyê du meh berê ji xizmetê vekiribû, mirov di nav avê de asê man. Hat destnîşankirin ku di tunela ku tijî av bû de bi kesên îtfaiyeyê re 6 kes asê mane û 1 kes jî bi melevaniyê xwe xilas kir.

Li aliyê din di nava agahiyan de tê diyar kirin ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat îfadekirin tunel tijî herî bûye, ketin û derketin ne mumkun e. Ev xaçêrek otobana Riha û Dîlokê bi hev girê dide.

Beşa nihêrtîna kûr hat tahliye kirin

Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Eyyubiyeyê ku li ser erdên çandiniyê hatibû avakirin jî, di qata wê ya -1’ê de beşa nihêrtîna kûr jî di bin avê de maye û hate diyarkirin nexweş sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.