Li herêma Ege li dijî zarokan 724 binpêkirina mafan hat jiyankirin

Li Tirkiye her roj binpêkirina mafê zarokan zêde dibe û berdewam dike. di sala 2022’an de li herêma Ege li dijî zarokan 724 bêmafî hatin tespitkirin.

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê rapora ‘Binpêkirina Mafên Zarokan a Sala 2022’yan’ li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere kir. Hat tespit kirin ku di sala 2022’an de 724 binpêkirinên mafan li beramberî zarokan hatiye pêkanîn. 

Binpêkirinên mafên zarokan ên li bajarên Aydin, Afyon, Balîkesîr, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Bûrdûr, Isparta, Denîzlî, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê di raporê de cih digirin. Rêvebera ÎHD’ê ya Îzmîrê Cemîle Karakaş rapor xwend.

‘Binpêkirin zêde bûne’

Cemîle Karakuş diyar kir ku zarok hem bi qanûnî hem jî bi awayê ehlaqî ji dayikbûna xwe ve xwedî mafên xwe ne û got: “Di salên dawî de ji ber gelek sedem û bandorên neyînî di asta herî jor de mafên zarokan hatine binpêkirin. Binpêkirina mafên zarokan gihîştiye asta xeternak. Tevî ku Tirkiye terefê Peymana Mafên Zarokan e jî lê polîtîkayên bingehîn ku zarokan biparêze nexistiye dewrê. Di sala 2022’yan de li Herêma Egeyê 724 binpêkirinên mafên zarokan qewimîn.”