Li herêma Cizîrê gel li dijî çekên kîmyewî li qadan bûn

Bi deh hezaran gelê Herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi îradeya gelan û Gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk şermezar kirin.

Qamişlo – Li dijî bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bertekên gelê Kurd û dostên wan li her aliyê Kurdistan û derveyî welat didome. Îro di seatên siharê de bi deh hezaran gelê Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn û ji sê aliyan ve meşek girseyî li dar xistin û bi dirûşma “Bi îradeya gelan û Gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” bikar anîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk şermezar kirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên HPG yên ku bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û pankartên bi nivîsa “Nebin hevkarê kuştina me û dagirkirina axa me” hatibû hildan. Di heman demê de di meşê de jinên ciwan cil û bergên dijî kîmyasalê li xwe kiribûn. Meş ji sê aliyên bajarê Qamişlo mîna li ber Mizgefta Qasimo, Çerxerêya Siyehî û çerxerêya Ekaş destpêkir û ber bi stadyuma şehîdên 12’ê Adarê ve herikî û piştî gihîşt stadyûmê meş veguherî mîtîngê.

‘Em Gerîlayan bi têliyên serkeftinê silav dikin’

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif wiha got: “Ji bajarê Qamişlo, bi navê hemû gelê netewa demokratîk, em îro li vir kombûne û hovitî, dagirkerî, siyaseta qirkirinê û şerê ku îro li çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî ku li dijî Gerîla bi kar tîne, em bi hev re vê hovitî û bêexlaqiyê şermezar dikin û helwesta xwe raber dikin. Em di serî de bi têliyên serkeftinê Gerîlayên azadiyê silav dikin û em dibêjin ‘Bijî berxwedana Gerîla’. Em dixwazin îro ji dost û dijminê xwe re bêjin, ev gel, vîn û berxwedana azad bi çekên we tune nabe. Hêza gel, jin û gerîlayan ji hêz û çekên we xurtirin. Çawa ku Sadam nedikarî di komkujiya Helebçê de kurdan têk bibe, Erdogan jî nikare vîna gelê kurd û gerîla têk bibe. Em bi hev re ji civaka navneteweyî re dibêjin ku bêdengî û helwesta ku hûn li beramber kurdan didin nîşandan, ev bextreşî û sûcek mirovahiyê ye. Îro gelek rabûye li ser piyan û azadî û mafê xwe dixwaze. Dixwaze weke mirov li ser axa xwe aram û azad bijî. Em îro mafê xwe, axa xwe û welatê xwe diparêzin. Îro bêdengiya civaka navneteweyî bêexlaqî, bêwijdanî ye. Em bi navê gel û jinan bêdengî, ker û laliya we şermezar dikin.”

 ‘Gerîla rûmeta me îfade dike’

Foza Yûsif hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re nirxand û diyar kir ku rayedarê PDK’ê bila dengê gelê kurd, dengê azadiyê û qêrîna dayikan bibhîsin û pê de çû: “Kurdên ku destên xwe xistine di destê dijmin de, heta maskeyên ku ji  Gerîlayan re diçe, digirin û vê yekê jî weke serbilindahî dibînin. Em ji rayedarê PDK’ê re dibêjin, werin dengê gelê Kurd, dengê azadiyê û qêrîna dayikan li her aliyên Kurdistanê bibhîsin. Îro hemû kurd li derdor şehîd û ala xwe dibin yek û werin hûn jî bibînin û rastiya rûmetê bibînin. Sekina we me perçe û lawaz dike û dijminê me bi hêz dike. Werin tevlî meşa azadî ya gelê kurd bibin. Îro em wek gelê Kurd a netewa demokratîk, li hember êrîşên qirkirinê re rû bi rû ne, loma jî em hatine bêjin ku na ji qirkirinê re, na ji bêrûmetî û koletî re. Em weke gelê Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja îro de bêjin ku Gerîlayên me ne tenê ye û rûmeta me îfade dike. Îro Gerîla li hember qirkirinê xwe kiriye mertal ku mirovan azad bike. Gerîla hêz û vîna me temsîl dike, ji lewra gelê kurd, ereb, suryan di roja îro de didin diyarkirin ku ew bi Gerîlayên azadiyê re ne. Em ji dijmin re dibêjin ku hûn bi çekên kîmyewî nikarin meşa me ya azadiyê bisekinin û têkoşîna me ya azadiyê têk bibin. Ev gel bi civak, jin û ciwanên xwe tola xwe hilînin. Em dibêjin, ev hovitî bê tol namîne û em ê rûmeta xwe li hember vê hovitiyê biparêzin. Jin û xortên ciwana kurd soz dane ku cihê gerîlayek bi sed hezaran gerîla avabikin.”

Jinên ku beşdarî meşa şermezarkirina çekên kîmyewî bûne nêrînên xwe parve kirin.

Endama Kongreya Star a bajarê Qamişlo Ebîr Evdo armanca tevlîbûna xwe ya meşê wiha tîne ziman: “Îro em rabûne serhildanê da ku çekên kîmyewî ya ku dewleta tirk li dijî gerîlayên me bi kar tîne şermezar bikin. Dewleta tirk di şerê Rojavayê Kurdistanê de jî çekên kîmyewî avêt vir û zarokên me şewitîn. Îro gelek hêz hatiye vir û dibêjin em parastina gel dikin, lê ne wisaye û em wan qebûl nakin. Dewleta tirk 17 gerîlayên me bi çekên kîmyewî şehîd xist, ka dewleta navneteweyî kuderê ye ku lêkolîn bike. Em wek dayik û zarok pê şopa gerîlayên xwe ne. Heta ev êrîş rawestin em ê li ser piyanbin û van êrîşan bi tund şermezar bikin. Hemû cîhan gelê kurd û seroka wê naskiriye, loma em ê pê doza xwe bin.”

‘Em rabin li ser piyan û doza xwe biparêzin’

Sîham Mihemed armanca tevlîbûna gel ji vê meşê re wiha parve dike: Îro bi deh hezaran gelê Herêma Cizîrê daketine qadan û çekên kîmyewî yên ku dewleta tirk li dijî gerîlayan bi kar anîne şermezar dikin. Îro dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayên me dike. Li dijî axa Rojavayê Kurdistanê jî çeteyan bi rêxistin dike û dişîne. Em tucaran êrîşên dewleta tirk qebûl nakin û em ê her li pey şehîd û doza xwe bin. Îro em xwedî bi hezaran şehîdanin û em xwîna wan li erdê nahêlînin. Tenê daxwazek me heye, em banga ax û welatê xwe dikin, lê ji bo ku me qirbikin êrîşên pir mezin pêk tînin. Em bang li her kurdekî dikin ku rabin li ser piyan û em doza xwe biparêzin. Îro yek ji me şehîd dikeve, em cihê wê bi hezaran dadigirin. Em xwedî vê axê ne û em dev ji axa xwe bernadin.”