Li herêma Başurê Kurdistanê zêdebûna şidetê
Li gora daneyên hatine diyarkirin sala 2020’an rêjeya şideta li ser jinan li herêma Başurê Kurdistanê ji sedî 34 zêde bûye.
Silêmanî - Rêveberê giştî ya pêşîlêgirtina şîdeta li beramberî jinê û malbatan ya herêma Kurdistanê li Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Germiyan, Soran û Ranya nûneriya wan heye. 24 nivîsgeh jî li bajarokên din yên herêma Kurdistanê hene. Li gorî salan û mehan bûyerên şideta ser jinan didin hev û bi raya giştî re par dikin. Li gorî wê di sala 2020’an de 18693 bûyerên şidetê li herêma Başurê Kurdistanê hatine tomar kirin. Sala 2019’an 12284 bûyerên şîdetê hatine dîtin, li gora vê denayên sala 2020’an bi rêjeya ji sedî 34.2 zêde bûye. Tenê di meha 12’an de 10370 bûyerên şidetê hatine tomar kirin.