Li herêma Başûrê Kurdistanê kuştina jinan roj bo roj zêde dibe

Di nava rojekê de li herêma Kurdistanê jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve hate kuştin û cenazeyê jinek ciwan jî li nêzî tunela Mirwa ya Şeqlewa hat ditin.

Navenda Nuçeyan - Li herêma Kurdistanê her roja ku diçe kuştin û xwekuştinên jinan zêde dibe. Li bajarê Hewlêrê jinek ciwan ji aliyê bavê xwe ve bi guleyê hetiye kuştin û di heman rojê de jî cenazeyê jinek ciwan nêzî tunela Mirwa ya Şeqlewa hat ditin.