Li her kolana Kobanê şopa rojên man û nemanê hene!

Li Kobanê hêzên YPJ û YPG'ê bi berxwedana xwe ya dîrokî ya 134 rojan a li dijî DAIŞ'ê serkeftinek mezin bi dest xistin. Li hemû tax û kolanên Kobanê şopên berxwedana wan rojan hene.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê – Çeteyên DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de bi hemû çekên giran êrîşê bajarê Kobanê yê Herêma Firatê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li dijî êrîşê, Kobanê bi berxwedaneke mezin a 134 rojan ku bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de, bi taybetî Kurdistanê li seranserê cîhanê mirov beşdar bûn û ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Serpêhatiyên li kobanê bi Muzeya Berxwedana Kobanê zindî man!

Li her kolan û her taxeke Kobanê şopên berxwedana dîrokî ya beriya 9 salan hildigre. Em dibînin ku berxwedana dîrokî ya ku li kolanên bajar domiya bi "Muzeya Berxwedana Kobanê" li ber çavên me zindî ma. Di Muzeya Berxwedana Kobanê ya li Taxa Gumrukê ya avahiyên ku gel li wan diman de wêranî xwe dide der, têkoşîna bi dehan şervanên ku jiyana xwe ji dest dan tê vegotin. Avahiyên hilweşandî û tenê yên li Muzeya Berxwedana Kobanê, tundiya şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatiye meşandin bi awayekî zelal vedibêjin.

Her mal û her kolan çîroka şervanan vedibêje

Li Kobanê her mal û kolan, çîroka şervanên jin û xort ên ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de ji bo serkeftinê canê xwe feda kirin vedibêje. Yên ku herî zêde şahidî ji vê destanê re kirin jî herêma ku wek Qada Ewlekariyê û Kolana Dibistanan tê binavkirin e. Şervanên jin û xort heta nefesa xwe ya dawî li dijî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya bi çekên giran û topan li ser Dibistana Şehîd Azad pêkanîn, li ber xwe dan. Şervanan bi berdela canê xwe nehiştin ku DAIŞ dibistanê bixe bin kontrola xwe û ev der ji bo astengkirina pêşhatina DAIŞ’ê veguherandin mertalê. Li Qada Ewlekariyê, ji bo porê bi kezî yê şervanên jin ên piştî şerê bi rojan e li dijî DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dane, qefeseke taybet heye. Qefes, hêz û vîna şervanên jin temsîl dike. Şervanên jin, li dijî zilma çeteyên DAIŞ’ê, bi hezkirin, hêz û hêviyê welat û doza xwe parastine tên bibîranîn.

Qada Azadiyê bû sembola têkoşînê

Qadeke din a ku şahidiya şerê Kobanê kir, Qada Azadiyê ye. Meydana Azadî piştî ku hêzên Fransî Sûriyeyê xistin bin kontrola xwe hat avakirin. Di nîvê meydanê de peykerek teyr heye. Wê demê ciwanên welatparêz ên Kobanê her şev peyker bi rengên kesk, sor û zer boyax dikirin. Hikûmeta Şamê jî her sibe rengê peykerê diguherand. Boyaxkirina peykera teyr êdî di nava gelê Kobanê de veguherî çandek. Gel peykerê Teyr wek sembola serhildan, azadî û berxwedanê qebûl kir. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an re Qada Azadiyê bû cihê xwepêşandan û çalakiyan. Peykerê teyr ku bû hedefa guleyên çeteyên DAIŞ'ê, bi Şoreşa Rojava re bi rengên kesk, sor û zer hat boyaxkirin û bû sembola serhildan, têkoşîn, azadî û serkeftinê.

'Gelê Kurd bi xwînê dîroka xwe ji nû ve nivîsand'

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Hawarê ya Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dîjle Ehmed yek ji rojnamegerên ku beşdarî berxwedana Kobanê bûye, bû şahida têkoşîna şervanên Yekîneyên Parastina Jin. Dîjle Ehmed diyar kir bi berfirehî şer şopandiye, wiha got: “Ez jî di nava şervanan de bûm. Kobanê bajarekî biçûk e ku ji bo jiholêrakirina tarîtiya DAIŞ’ê bi têkoşîn û berxwedanê, gelê Kurd ê çar parçeyên Kurdistanê hembêz kir. Di şer de gelê Kurd bi xwîna xwe dîroka xwe ya nû nivîsand. Şervanan îradeya xwe ya xurt bi cîhanê dan naskirin û bi ser ketin. Çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya dagirkeriya Tirk hemû çekên giran bi kar anîn. Gelên cîhanê ji bo piştgiriya bi Kobanê re ketin tevgere, 1’ê Mijdarê weke ‘Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kobanê’ îlan kirin.

'Şervanên jin berxwedaneke mezin nîşan dan'

Dîjle Ehmed bal kişand ser berxwedana li Qada Ewlehiyê û Kolana Dibistanan û wiha got:

“Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kobanê, wek encama ruhê gerîlatiyê pêk hat. Di her bosta vî bajarî de xwîna şervanên ku canê xwe feda kirine heye. Di vê de rola herî mezin Yekîneyên Parastina Jinê lîst. Me dît ku beriya êrîş bigihîjin navenda bajêr, şervanên jin ji bo nehêlin DAIŞ bikeve nava bajêr, çawa şer kirin. Şehîd Peyman li aliyê rojhilatê Dibistana Sarzorî ve berxwedaneke mezin nîşan da. Li aliyê başûrê Kobanê şehîd Rêvana û Şehîd Arîn, li aliyê rojava li Tel El Devlî jî Şehîd Zozan ji bo tunekirina DAIŞ’ê canê xwe feda kirin. Li vir 6 şervanên jin heta şehadetê li ber xwe dan û ji pey wan tenê keziyên wan ên bedew man. Tê bîra min dema ku em hatin vir, min keziyên wan dît. Îro ev kezî sembolên berxwedan û têkoşînê ne.”

'Destîna Qendîl bi 10 şervanan re bi rojan li ber xwe da'

Semîra Ehmed a 51 salî ku di berxwedana Kobanê de cih girt, diyar kir ku Kobanê bi têkoşîn û berxwedana bi mehan a zarok û dayikên gelê Kurd Kobanê li cîhanê weke keleha berxwedan û biryarbûnê tê pênasekirin. Semîra Ehmed da zanîn ew ji şervanên Yekîneyên Parastina Jin gelekî bi bandor bûne, bal kişand ser berxwedana yek ji şervanên jin Destîna Qendîl û wiha got: “Destîna Qendîl bi 10 şervanan re li avahiyek şer kir. Avahî nêzî me bû, min dît çawa hilweşiya. Dîwarên avahiyê vê berxwedan û dîroka bi xwîna şervanan hatiye nivîsandin vêdibejin. Ev avahiya hilweşiyayî heta roja îro veguheriye mîrateyek têkoşînê. Em ê jî riya wan bişopînin.”

‘Ji bo pêşerojê hêviyên wan hebûn'

Semîra Ehmed diyar kir şervan Destîna Qendîl ne yekemîn şervana jin e ku ji bo azadiyê canê xwe feda kir û wiha axivî: “Bi dehan şervanên jin ên weke Arîn û Rêvan hebûn. Ragihandina Roja Cîhanî ya Piştevaniya Kobanê, encamek berxwedana dîrokî ya li Kobanê ye. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de gelek tax û kolanên bajêr hilweşiyan. Di berxwedana Şervanên Yekîneyên Parastina Jin û Gel de, li bajêr tu cihekî ku nehat hilweşandin nema lê yên ku beşdarî berxwedanê bûn ji bo pêşerojê hêviyên wan ên nû hebûn."