‘Li her derê Şengalê şopên Nûjiyanê hene’

Rojnamegerên jin ê Şengalê derbarê salvegera rojnameger Nûjiyan Erhan a di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên pêşmergeyên Roj de jiyana xwe ji dest da axivîn û gotin: “Li her derê Şengalê şopên Nûjiyanê hene.”

MEDYA HAWAR

Şengal - Nûjiyan Erhan di nava refên azadiyê de weke jineke şoreşger û rojnamevan têkoşiya, di sala 2014’an de berê xwe da Şengalê û li wê derê ji bo ku cîhana ker, kor û lalbûyî ku çavên xwe ji fermana li ser civaka Êzidî girtibû careke din şiyar bike û wijdanê cîhanê bixe tevgerê yek bi yek li çîrokên ferman û berxwedanê guhdarî kir û ragihand.

Nûjiyan ji aliyekî ve, ji bo ferman di tarîtiyê de nemîne, di nava hewldanên pir mezin de bû, ji aliyê din ve jî dibû keç, xwişk û hevala hemû kesên ku ji fermanê rizgar bûne. Ji bo wê Nûjiyan di dilê her ferdeke civaka Êzidî de xwedî cihekî teybet e û her dem tê bibîranîn. Rojnamevan Nûjiyan Erhan ji bo civaka Êzidî kedek pir mezin da. Di 3’yê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê di encama êrişên pêşmergeyên Roj ên girêdayî PDK’ê de, di dema şopandina êrişên pêşmergeyên îxanetkar ên mala Barzanî de bi giranî birîndar dibe û 22’yê Adarê de li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dide.

Rojnamevan û pêşkêşvanên Çira TV yên Şengalê Nûjîn Êzidî û Bêrîvan Çiya li ser kesayeta Nûjiyan Erhan û mîrasa ku li Şengalê û ji bo jinên Êzidî hiştiye ji me re axivîn. Rojnamevanan dan zanîn ku mîrasa Nûjiyan li her derê Şengalê heye û ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên wê, ew ê li ser piyan bin.

Rojnamevan Nûjiyan Êzidî di serî de şehîdên fermanê û yên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Di kesayeta şehîd Nûjiyan de em şehîdên 74 fermanan û yên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş anîn ser Şengalê û di wê fermanê de Nûjiyan tevî hevalên xwe, gerîlayên azadiyê hatin hewara civaka Êzidî. Ji bo ku fermana hatiye serê civaka me ji cîhanê re bê ragihandin, Nûjiyanê berê xwe da Şengalê. Di heman demê de xiyaneta ku PDK’ê li Şengaliyan kir. Dema ku PDK ji çiyayê Çilmêra reviya Nûjiyan dîmenê wê demê hemû kişandibûn û bi raya giştî re parve kiribû. 73 ferman hatibûn serê civaka me lê belê tu dîmen û belgeyek dîtbarî nîn e ku îsbat bike evqas ferman hatibin serê me. Lê bi saya Nûjiyan û rêhevalên wê fermana 74’an ji cîhanê giştî re hat eşkerekirin û êşa ku jinên Êzidî û civaka Êzidî dikişand ji her kesê re hat ragihandin.”

‘Şehîd Nûjiyan hêvî û baweriya me ye’

Nûjîn bal dikşîne ser naskirina Nûjiyan ji devê hevalên wê û wiha dibêje: “Şehîd Nûjiyan bû hêviyek û baweriyek ji jinên Êzidî re. Îro em li ser riya wê û xeta wê dimeşin û karê ragihandinê didin meşandin. mixabin şansê me yê naskirin û dîtina şehîd Nûjiyan çênebû. Lê bi derbasbûna me ya karê ragihandinê me kesayeta şehîd Nûjiyan nas kir û qala wê pir ji me re hat kirin. Xet û hêviyên şehîd Nûjiyan çi bûn me nas kirin. Şehîd Nûjiyan li ser navê ragihandina azad diçe Şengalê lê kedeke mezin ji bo hemû jinan da. Jinên Êzidî rakir ser piyan û kir xwedî ked. Şehîd Nûjiyan kedeke mezin li vê derê da.”

‘Her wêneyekî ku kişandiye bi hîskirina wê êşê kişandiye’

Nûjîn Êzidî da zanîn ku temaşekirina dîmen û wênyên ku Şehîd Nûjiyan kişandine her tiştî vedibêjin û wiha got: “Şehîd Nûjiyan êşa civakê ji kûr ve hîs dikir û wisa kar dikir. Dema ku em li wêne û dîmenên kişandine dinêre, mirov fam dike û hîs dike ku ew dîmen bi çavekî cuda û hîsekî bihêz hatine kişandin. Êşa ku jinên Êzidî kişandine dibîne. Bi rastî jî wê hîs dikir û êşa wan parve dikir. Dema ku em beşdarî vî karî bûn û behsa şehîd Nûjiyan ji me re hat kirin em pir bi bandor bûn û me hêzê jê girt.

Nûjîn bal kişand ser şerê ku şehîd Nûjyan tê de birîndar bûbû û wiha got: “Bi navê pêşmergeyên Roj di sala 2017’an de di şerê navbera Xanesor û Sinûnê de xwestin derbasî Xanesorê bibin. Şehîd Nûjiyan bi kameraya xwe berê xwe da wê derê û rastiya wan eşkere kir. Dema ku hevala Nûjiyan dixwest rastî û xiyaneta PDK’ê û hevkarên wan bide diyarkirin hat hedefgirtin û di 3’yê Adarê de birîndar bû, di 22’ê Adarê de jî gihîşt asta şehadetê.”

‘Ragihandina azad ne weke her ragihandinê ye’

Nûjîn Êzidî di berdewamiya axaftina xwe de cudahiya di navbera ragihandina azad û yên din de anî ziman û wiha got: “Ragihandina azad rastî gelek êrîşan hat û heta niha jî rastî van êrîşan tê. Ji ber cudahiya di navbera ragihandina me û ragihandinên cuda ku di Şengalê de kar dikin pir cuda ye. Civak jî ew têgihîştin pê re çêbûye ku ragihandina azad ne weke her ragihandinê ye. Em li ser şopa şehîd Nûjiyan kar û xebatên xwe dimeşînin û em ê hêviyên wê pêk bînin. Daxwaza wê ew bû ku jinên Êzidî serî rakin û li ber xwe bidin. Em ê wê xeyala wê pêk bînin. Di rewşên herî zehmet de ku dema wê bi zore hebû ji çeperekê diçû çebereke din, keç û xortên Êzidî perwerde dikir.”

‘Nûjiyan ji bo me mîrasek e’

Nûjîn bal kişand ser şopên ku Nûjiyanê li Şengal hiştiye û wiha got: “Şer hemû ne bi çek e. Şehîd Nûjiyan ji bo ku rastiya civakê bide diyarkirin hemû ciwanên derdora xwe fêrî kamerayê kir. Kedeke pir mezin li Şengalê da ku îro ji bo jinên Êzidî mîrasek e û her sal em weke ragihandina jinan, şehîd Nûjiyan bi bîr tînin. Em hemû jî li ser şopa wê dimeşin. Kamera û hemû teknîka ku îro em bi kar tînin li vir, hemû yên şehîd Nûjiyan bûn. Em diçin ku derê û kar û xebat didin meşandin em bi keda wê dimeşin û kar dikin. Em diçin li ku dayik behsa şehîd Nûjiyan ji me re dikin.”

‘Xeyalên Nûjiyan îro pêk tên’

Nûjîn Êzidî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hêvî û keda ku Nûjiyan li Şengal daye û hêz û zanebûna ku jinên Êzidî gihîştinê û wiha got: “Dema ku dayikan li çiya xwarin ji şervanan re amade dikirin. Şehîd Nûjiyan keda dayikan derdixist holê û hêz û berxwedana şervanan jî dişopand. Ew di avakirina YJŞ’e û YBŞ’e de jî amade bû û dîmen û wêne kişand. Yek ji hêvî û xeyalên wê ew bû ku jinên Êzidî di nava kar û xebatan de bibîne, jinên Êzidî yên rojnamevan bibîne. Ev jî erk û barê me giran dike ku em di karê ragihandinê de cih digrin. Îro sazî û dezgehên jinan ava bûne li Şengalê. Jin di hemû beşan de cihê xwe digrin. Beriya fermanê tu hêza jinên Êzidî tunebû nikaribûn behsa mafên xwe bikin. A rast maf çi bû nizanibûn lê niha gelek bi pêş ketine. Îro erka me ew e em hêz û êşa jinên Êzidî diyar bikin. neyar û xayinan nehiştin ku şehîd Nûjiyan jina Êzidî bihêz bibîne û heta roja îro bijî. Lê belê em soz didin ku em xeyalên Nûjiyan bi cih bînin.”

‘Ragihandina azad li her derê dikin hedef’

Nûjîn Êzidî di dawiyê de bal kişand ser Êrîşên ku li ser rojnamevanan tên kirin û wiha got: “Ji ber ku em rastiyê didin diyarkirin em dibin hedef. Li ser medyaya dîjîtal û wekî din jî dijmin me dikin hedef. Li her çar perçeyên Kurdistanê ragihandina azad tê hedefgirtin. Mixabin li Şengalê jî pir zêde êrîş li ser me hene. Lê belê ev lawazî û tirsa neyaran dide diyarkirin. Hêz û rastiya ku em ji raya giştî re radigihînin diyar dike. Em dibêjin rastî li ku be em li wê derê ne. Em careke din şehîd Nûjiyan bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbat û rêhevalên wê re dixwazin û em ê heta dawiyê şopdarên şehîd Nûjiyan bin.”

‘Bi saya Nûjiyan û rêhevalên wê em fermana 74 ji bîr nakin’

Bêrîvan Çiya jî ji me re axivî û di serî de 74 fermanên ku hatine serê civaka Êzidî bi bîr anî û wiha got: “Em di kesayeta şehîd Nûjiyan de hemû şehîdan bi bîr tînin. Civaka Êzidî bi dehan ferman dîtine fermana herî dawî jî ya sala 2014’an bû. Keç û jinên Êzidî pir zehmetî kişandin di wê fermanê de. Fermanên berê bê belge bûn. Lê ev ferman bi belge bû. Şehîd Nûjiyan di sala 2015’an de biryar da û berê xwe da Şengalê û got ez ê biçim û wê ked û êşa jin û civaka Êzidî nîşanê cîhanê bidim. Dema ku şehîd Nûjiyan hat Şengalê weke rojnamevan bi tena xwe bû. Kesek yan saziyekî ragihandinê tunebû, tenê ew û kameraya wê hebûn. Êş û zehmetiya ku keç û jinên Êzidî dît nehişt ku bê windakirin. Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî wê karê xwe bi serkeftî kir û du xebatkarên ragihandinê gihîştand.”

‘Nûjiyanê bi kameraya xwe rastiyê eşkere dikir’

Bêrîvan Çiya da zanîn ku şehîd Nûjiyan dengê rastiyê bû ji bo wê jî ew kirin hedef û got: “Dewleta Tirk PDK’ê û hevkarên wê bi hev re êrîş birin ser Xanesora Şengalê û xwestin dagir bikin. Di wê demê de şehîd Nûjiyan bi civaka Êzidî re, bi dayik, keç û jinên Şengalê re çû li pêşiya dijmin sekinî. Wê bi kameraya xwe her tişt belge dikir. Şer çend rojan berdewam kir. Mixabin şehîd Nûjiyan li wê derê birîndar bû. Ji ber ku endameke ragihandina azad bû, hedef hat girtin. Dengê rastiyê bû, dijmin li dijî derxistina rastiyê bû. Şehîd Nûjiyan 15’e rojan birîndar ma û piştre şehîd bû.”

‘Navê bi dehan keçan Nûjiyan e îro’

Bêrîvan Çiya wiha got: “Piştî şehadeta şehîd Nûjiyan bi dehan keçên Êzidî berê xwe dan ragihandinê û karê ragihandinê kirin ji bo ku tola Nûjiyanê rakin. Şehîd Nûjiyan cihekî taybet di dilê her kesê de çêkir. Malbata min bi xwe pir jê bi bandor bû navê xwişkeke min kirin Nûjiyan. Bi dehan keç navê wan Nûjiyan e. Gelek baweriya xwe bi Nûjiyanê anîn. Êşa ku kişandin nehat jibîrkirin. Em weke ragihandina jinan, li Şengalê kar û xebatên bi hêz didin meşandin. Bernameyên siyasî, civakî û hwd. didin meşandin.”

‘Em ji bo pêşketina civakê kar û xebatê dikin’

Bêrîvan Çiya di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew karên girîng û bi hêz didin meşandin ji bo pêşketina civakê û wiha got: “Di Şengalê de pêşketinên pir mezin çêbûn piştî fermanê. Êdî civaka me zulm û neheqiyê qebûl nake li ser xwe. Em gelek bernameyan çêdikin û nêrîna kesan digrin ji bo ku civaka me bi pêş bikeve û em mebest dikin ku civaka xwe bi riya karê xwe bi pêş bixin. Dewleta tirk pir ditirse ku ragihandin li Şengal bi pêş bikeve. Ji ber ku ragihandina azad li ku hebe, xayin û xwefiroş zelal diyar dibin. Lê hemû xebatkarên ragihandina azad di Şengalê de şopdarên şehîd Nûjiyanê ne û tu astengî û rêgiriyê nas nakin. Şehîd Nûjiyan bandora wê li ser giştî civakê heye û bi taybetî jî li ser me jinên ciwan. Gelek keç û jin di ragihandina azad de hatin hedefgirtin ji ber ku deng û rengê rastiyê bûn. Dema ku pêşmerge reviyan û pişta xwe dan me, ger ragihandin nebûya wê tu kesê nizanibûya ka kê pişta xwe da me û reviya.”