“Li hemberî tecrîdê divê em tev bi wijdan tev bigerin û rastiyê bibînin”
Hevseroka Meclisa Gundê Borik yê Şengalê Meyan Xwedêda li ser tecrîdê û hilbijartinên dê meha pêşiya me li Iraqê bê kirin axivî û got: “Di fermana ku tevahî cîhanê jêre çav û guhên xwe girtî de Rêberê me di nava çar dîwaran de bi me hesiya û şervanên xwe bi hewara me ve şand. Ji derveyî rehma xwedê û Rêber Apo me yekê din nedît. Divê em tev bi wijdan tev bigerin û rastiyê bibînin.”
EVÎN ZENDA
Şengal - Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an jinên Şengalê rêxistin bûn weke xilasiya civaka xwe ji hemû ferman û êrîşan dîtin. Dema xwe rêxistin kirin hîn zêdetir pêdiviya perwerdê dîtin û xwe perwerde kirin. Di her perwerdeyekê de bi dehan jinan biryara jiyanek nû ji xwe re dan û bi avakirina jiyana nû cewherê jina Êzidî weke keziyên ser milên xwe di nava hev de hûnandin. Niha ya li ser axa pîroz Êzidxanê diteyise jin, jiyan, civak û fikreke nû ye ji bo wê serketî û bihêze. Jinên Êzidxanê yên fermandîtin ji tunebûnê hebûn avakirin li bermberî desthilatdar û dijminên baweriyan tekoşînek bê hempa didin meşandin. Ew ji bo civaka xwe li rêyên azadiyê digerin. Jinên di nava xebatê de diyar kirin ku azadiya wan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane. Yek ji wan jinan jî Hevseroka Meclisa Gundê Borik yê Şengalê Meyan Xwedêda ye.
“Hewceye kes li hemberî tecrîdê bêdeng nemîne”
Meyan Xwedêda azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke Avzêya moral û hêzê pênase dike û wiha domand: “Rêber Apo moral û hêze ji bo me, fikrê wî ji bo mirovahî û gerdonê yekdaniya jiyanê ye. Rêberê me tevahî jiyana xwe ji bo me fedakir. Em bivê yekê bawer dikin ger Rêber Apo azad ba wê jin û tevahî civak azad bibe. Em weke gelê Êzidî deyndarê Rêber Apo ne. Di fermana ku tevahî cîhanê jêre çav û guhên xwe girtî de, Rêberê me di nava çar dîwaran de bi me hesiya û şervanên xwe bi hewara me ve şand. Ji derveyî rehma xwedê û Rêber Apo me yekê din nedît. Divê em tev bi wijdan tev bigerin û rastiyê bibînin. Ger Rêber Apo bi meve nehata em wê tunebûban a ku Rêber Apo ji me re kirî di dîroka me de tucaran nehatiye kirin. Bila kesek ji rastiyê nereve ger Rêber Apo azade nebe em azad nabin, ji bo wê çawa Rêber Apo bi 12 siwariyên xwe ve li bermberî belaya mirovahiyê DAIŞ’ê sekinî divê em jî ji bo Rêberê xwe li ser piyan bin û têkoşîn bikin.”
“Daxwaza me ewe hemû Êzidiyên li kampan bên em bi hev re bijîn”
Meyan Xwedêda bang li Êzidî yên li kampên Başurê Kurdistanê jî kir û got: “Bangawaziya min li tevahî gelê me yê di kampan de dimînin re heye di ferqa lîstik û pilanan de bin. Divê mehê de 10 şehîdên me çêbûn. Divê werin ser warê xwe, ger em Êzidî ne rêxistinkirîbin ewlekariya me li tu deverê nîne. Berî hîzib û aliyan em Êzidîne. Ez bang dikim bila tev xwedî li hev derbikevin da em nehêlin em xelas bibin. Em dixwazin tevahî Êzidî werin em bi hev re dibin sîwana Tawisê Melek de hêz û vîna xwe avabikin. Dijmin gelê me yê kampan li bermberî yên Şengalê bikartîne, ji bo wê di turên civakî de nirxandin û gote gotên nexweş dikin. Ev şaşe divê em bizanin ev karê dijmine, bila gelê me yê kampan ji xwe pirs bikin çima hatine hepis kirin û nikarin ji bo fermanê meş an daxazekê xwe li wan kampna bikin. Bila bi vê yekê bifikirin em tev dizanin cihê ku têkoşîn lê heye li wir wijdan heye, ne xwe ger ez bi xwe û zarokên xwe tenê bifikirim em jî dikarin bêdeng bin lê em çiqas bêdeg bin emê ewqas tûne bibin. Bila em yekbûna xwe di her warî de biparêzin em dilê dujmin bi xwe şa nekin. Ez bang li tevahî Êzidiyan dikim ku vegerin ser axa xwe, ji ber li wan kampan rêxistin û vîna wan nîne. Enceq em bihev re bikaribin xweseriya xwe pêkbînin, jenosaydê bidin erêkirin ji bo şehîd û êsîrên xwe têkoşîn bikin.”
“Divê em di hilbijartinê de vîna xwe bidin nîşandan”
Meyan Xwedêda ji bo hilbijartinên Iraqê yên ku dê di 10’ê Cotmehê de despêbikin jî got: “Vaye hilbijartinên Iraqê despêdike, ev ji bo me firsendeke ku em vîna xwe bidin nasîn. Ji PADÊ jî Şêx Semîr beşdar dibe, divê em ji bo namzetê xwe kar û xebat bikin. Hewceye em destê xwe deyînin ser wijdanê xwe kê ji bo vê civakê kiriye kê nekiriye diyare. Bila kes neyê listikan, ji bo em bibin xwedî maf divê em dengê xwe bidin xwe. PADÊ serkeftina Êzidiyane, ji bo em tola fermanan hilînin û di her warî de doza xwe ya mafdar biparêzin hewceye em gelek bixebitin. Ger em serbikevin jî ev cardin bi saya Rêber Apo ye. Ger xelasiya me heye wê di vê rêyê de bi vê fikrê be.”