Li hemberî tacîza ser înternetê 200 jinan berteka xwe bi nameyekê parkirin

Li dijî tacîz û heqaretên li ser tura civakî li hemberî jinan tên kirin 200 jinan nameyek vekirî parkirin. Jinan di nameyê de bang kirin ku li dijî tacîz û heqaretên Platformên Medyaya Civakî gavên berbiçav bavêje.

 
Navenda nûçeyan – Girêdayî tacîz û heqaretên li  ser turên civakî li jinan tê kirin 200 jinan bi nameyekê nerazîbûn nîşandan. Nameya wan li ser tura civakiya Netewên Yekbûyî hat weşandin. Di nav jinên ku nameya vekirî îmze kirin de Serokwezîra berê ya Avusturalya Julia Gillard, Tenîsbaza berê ya Emerîkayê Billie Jean King û lîstikvanên Brîtanî Thandwe Newton û Emma Watson jî hene.
Naveroka nameyê wiha ye:
“Internet di sedsala 21’an de mîna meydana bajêr e û nîqaş li wir çêdibin, heta hinek xalên civakbûnê ser wê şêwe digirin, hilberîn li ser wê tên firotin û mirovên di karên xwe de serkeftî li ser wê navûdeng dibînin. Di heman demê de kesên xirab li ser wê êrîşên zayendî dikin, jinan tacîz dikin û gotinên nexweş ji wan re dibêjin û ji bo gelek jinan ev meydana bajêr a dîjîtal ne ewleye û jin di bin xetereyê de ne.
Serokwezîra berê ya Avusturalya Julia Gillard girêdayî naveroka nameyê got: “Dema li ser peyîwirê bûm heman gotin li ser mediyayê ji min re jî dihatin gotin.” 
 Dîrektorê Weqfa Tevna Cîhanê Azmin Dhrodia jî girêdayî heman mijarê got: “Em dizanin ku tacîz û destdirêjiya li ser jinan di platformên medyaya civakî de tên kirin bi hevpariya komek kesan tê kirin. Yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya wekheviya zayendî e ve û ji bo me zehmetiyeke mezine.”
Rojnamevana Azerbaycanî Agag Gebula jî beşdarî gotûbêjên di derbarê nameyê de bû û da zanîn ku êrîşên sîber ên domdar we kir ku ew karîyera xwe biqedîne. 
Di bersivan nameyê de, rêveberên platforma medyaya civakî sozdan ku di mijarênwekî beşdarkirina ragihandina tacîzê de baldarbin, naveroka mijarên didin dikarin bibînin û rêgezên ji bo têkiliya medyayê çê bikin. Lê belê, hin şopîner jî didin zanîn ku ev soz têr nake divê di piratîkê de bê dîtin.