“Li hemberî qetilkirina jinan em ê bêdeng nemînin”
Endama Komîteya Qada Civakî ya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê Fehîma Ehmed qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz şermezar kir û da zanîn ku pêwîst e kujerên jinan li pêşiya çavên tevahî cîhanê werin cezakirin.
ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo –Dewleta tirk êrîş, kiryar û hedefgirtina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike, bi hedefgirtina jinan dixwaze civaka Kurd lawaz û tune bike. Piştî vekişandina dewleta tirk ji peymana Stenbolê ya ji bo parastina jinan, bi rengekî hovane jin li Bakurê Kurdistanê tên binçavkirin û hedefgirtin. Di 17’ê Hezîranê de dewleta tirk êrîşî avahiya HDP’ê ya li Îzmîrê kir, agir bi avahiyê xist û di encamê de xebatkara bi navê Denîz Poyraz dîl girtin û paşê ew qetil kirin. Der barê mijarê de Endama Komîteya Qada Civakî ya Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê Fehîma Ehmed nerazîbûna xwe ji vê bûyerê re nîşan da û ji me re axivî.
Dewleta tirk ji rêxistinên jinan bi tirs e
Fehîma Ehmed êrîş û hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dewleta tirk ne cara yekem e êrîşê jinan dike û wan qetil dike, ji ber ew jinan weke dijminên xwe dibîne. Her car dema jinên ku di nava xebatan de ne tên hedefgirtin diyar dibe ku dixwazin jinan bitirsînin da ku ji malên xwe dernekevin û nexebitin. Dewleta tirk dixwaze jinan dûrî siyasetê bike û pêşketin di nava rêxistinên jinan de çênebe her wiha kiryarên xwe bi taybetî li ser jinên pêşeng û birêxistinkirî dide meşandin. Piştî vekişandina dewleta tirk ji peymana Stenbolê, tundî û êrîş li ser jinan zêdetir bûye, bi taybetî li ser jinên Bakurê Kudistanê. Jin ji bo mafên xwe di nava berxwedanê de ne, kesên jinan qetil dikin û destên wan di nava van kiryaran de heye, nayên cezakirin. Pêwîst e kujerên jinan li pêşiya çavên hemû cîhanê werin cezakirin.”
“Bûyerên sala borî li Bakûrê Kurdistanê îro dûbare dibe”
Fehîma bal kişand ser qetilkirina xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz û wiha domand: “Gelek jin bi destên dewleta tirk û hevkarên wî hatine qetilkirin, beriya du rojan jî xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz ku di nava rêxistinê de kar û xebatên jinan dikir her wiha ji bo maf û doza xwe li qadan bû ji aliyê dewleta tirk ve di encama êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de bi rengekî wehşî hat qetilkirin. Li hemberî van kiryarên qirêj şermezarkirin tenê têrê nakê, ji ber qetilkirina jinan ji aliyê dewleta tirk ve roj bi roj li pêşiya çavên hemû cîhanê zêdetir dibe û tu kes dengê xwe nake. Em vê bêdengiyê bi tundî şermezar dikin. Di meha Hezîranê de beriya salekê dîsa dewlet tirk êrîşî hevalên me li Kobanê kirin û sê jinên pêşeng qetil kirin. Bûyerên sala borî yên Rojavayê Kurdistanê, îro li Bakurê Kurdistanê dubare dibe. Em jinên Kurd xwedî hêz û îradeyeke xurt in, em ê li dijî hemû rengên qirkirina li ser jinan tê meşandin têbikoşin.”
“Divê hemû jin bi yek helwestê derkevin qadan”
Fehîma bang li tevahî jinan kir ku bi yek helwestê li dijî êrîşkaran derkevin qada û wiha bi dawî kir: “Jinên Kurd li hemberî zilm û zordariyê bêdeng namînin, her tim ji bo doza xwe di nava berxwedanê de ne. Tevî ku êrîş li ser jinan didomin jî jin li pey daxwaz û armancên xwe ne. Bê tirs li hemberî dewletan disekinin û daxwaza mafên xwe dikin. Dema ku jineke Kurd tê qetilkirin, bi sedan jin li ser xeta wê dimeşin. Bi taybetî pêwîst e jinên Kurd û bi tevahî jin, li hemberî van kiryarên qirêj bêdeng nemînin. Êdî bila helwestên jinan yek bin û li dijî êrîşkaran dakevin qadan.”