Li hemberî newekheviya zayendî jin dikevin grevê

Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re li hemberî newkeheviya zayendî li gelek navendan dê jin dest bi grevê bikin.

 
Navenda Nûçeyan - Li gelek welatên Ewropayê bi taybetî jî li Fransa, Elmanya û Belçîkayê, bi banga sendîkayan û tevgerên jinan ên femînîst wê grev bên lidarxistin. Li gelek bajarên mezin ên Elmanyayê, li dijî mûçeyê newekhev ê li karên tenduristî, perwerde û gelek sektorên din, jin wê dakevin qadan û çalakiyên şermezarkirinê li dar bixin.
“Grevên jinên feminist”
Li Fransayê îsal jî di çarçoveya 'grevên jinên femînîst' de wê di 8'ê Adarê de bi banga bi dehan komeleyên femînîst çalakî werin lidarxistin. Di çalakiyan de wê neheqiya li nava kar û malê li jinê tê kirin, tundiya li dijî jinê wê bên şermezarkirin.
Li paytext Parîsê jî di çarçoveya çalakiyên 'Greva femînîst' de wê bê xwestin, ku mafê mayinê ji wan jinên penaber re bên dayin ên ku heta niha ji vî mafî bêpar hatine hiştin.
Li Belçîkayê jî wê şert û mercên giran û newekheviya li sektorên tenduristî, perwerde û xizmetê bi çalakiyan bên şermezarkirin.