Li hemberî mirinên biguman welatiyên Farqînê çalakî kirin

Li hemberî întixar û mirinên biguman ên her roja diçe zêde dibin welatiyên farqînê çalakî kirin. Esnafan jî nivîsên weke Bêdeng nemînin ciwanên me întixar dikin" bi derê dikanên xwe ve kirin.

Amed - Li navçeya Farqîna amedê di nava 18 rojan de sê mirinên jinan bi awayek guman hatin jiyîn. 3 jê jin di nava mehekê de 7 mirinên bi guman çêbûne. Herî dawî jî duh jina bi navê Ayşe T. ya 40 salî û dayika 7 zarokan li taxa Bahçelîevler ê di mala xwe de mirî hat dîtin. Hat hînbûn ku bi salane Ayşe ji destê hevjînê xwe yê bin navê Adem T. tundî didît. 
Welatiyên navçeyê bertek nîşanî sedemên ber bi întixarê ve birina jinan û mirinên bi guman dan. Esnafan nivîsên "Çareseriyê bibînin bila înxtixar bi dawî bibe","Bila êdî çareseriyek bê dîtin û întixar bi dawî bibe","Bêdeng nemînin ciwanên me întixar dikin" bi dikanên xwe vekirin û bi vê yekê xwestin balê bikşînin ser întixaran û çareseriya ji bo vê yekê. 
Her wiha welatiyan li hemberî întixar û mirinên bi guman çalakiya dengderxistinê kirin.