Li hemberî hedefgirtina jinan banga bilindkirina têkoşînê
Koordînasyona Kongreya Star qetîlkirina herdu jinên pêşeng şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan kir.
Koordînasyona Kongreya Star qetîlkirina herdu jinên pêşeng şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li hemû jinan kir.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Sada Fêsel El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê hin kesên ne nas ve hatine revandin û qetîkirin. Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê - Rojava bi armanca şermezarkirina qetîlkirina herdu jinên pêşeng daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan diyar kirin ku pêwîst e hemû jin li bemberî van kiryarên vîna jinan hedef digerin hişyar bin.
‘Jinên pêşeng hedef digirin’
Koordînasyonê destnîşan kir ku ev êrîş li hemberî vîna jinê hatiye kirin û wiha domand: “Em weke Koordînasyona Kongreya Star qetîlkirina herdu hevalên xwe Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Sada Fêsel El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr bi tundî şermezar dikin. Herdu jinên pêşeng beriya ku bên qetilkirin ji aliyê kesên ne nas ve hatibûn revandin. Ev kiryarên hovane di destpêkê de îradeya jinê ya fikirî, siyasî, leşkerî, civakî û diplomasî hedef digirin. Jinên ereb bi vejîna şoreşa jin re bi hêz û vîneke mezin barê vê şoreşê rakin û tevlî hemû qadên rêvebirinê bûn. Tevî ku jinan di nava salên şoreşê de gavên bingihîn avêtine, nirx û destkeftiyên xwe parastine, ji aliyê hêzên desthilatdar ên ku naxwazin jin bibin xwedî hebûn ve tên qetîlkirin, revandin û îşkencekirin. Armanca van kiryaran ew e ku tirsekê bikin dilê jinan û wan ji rêka şoreşê dûr bixin. Dixwazin aramî û wekheviya gelê herêmê têk bibin ku mirov nikarîbin azad bijîn.”
Banga bilindkirina têkoşînê
Koordînasyonê banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir û wiha berdewam kir: “Em weke Koordînasyona Kongreya Star a Rojava sersaxiyê ji malbatên herdû rêhevalên xwe yên şehîd re dixwazin. Em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna xwe li hember van kiryar û komkujiyên hovane bilind bikin. Pêwîst e hemû jin ji van kiryarên ku vîna jinan hedef digirin re hişyar bin û azadiya xwe misoger bikin. Em bang li jinan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk hişyar bin û hedefgirtina şêniyên li Şehba û Til Rifeatê şemezar dikin. Di êrîşan de dewleta tirk jin û zarokan hedef digere. Wê têkoşîna me li dijî hemû kiryarên qirker taybet ên ku jinan hedef digre, dewam bike."