“Li hemberî dagirkeriyê pêdivî bi têkoşîn û cesareta axaftinê heye”

Soma Heme Seîd Êrîş da zanîn ku divê her kes li hemberî dagirkeriyê xwedî helwestbin ên qet tişek nikarin bikin jî bila kel û pelên Tirkî baykot bikin.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ
Silêmanî - Êrîşên dagirkirina xaka Başûrê Kurdsitanê ji aliyê dewleta Tirk ve ji 23’ê Nîsanê heta niha di dome. Helwestên li dijî vê dagirkeriyê her roja diçe zêdetir dibe û gelek çalakvanan li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe nîşan dan. Çalakvana Helepçeyî Soma Heme Seîd jî di derbarê dagirkeriyê de got: “Em li beramberî hemû welatên ku tên xaka me dagirdikin disekinin. Dewleta Tirk na sekine heta ku xaka me dagir bike û daristanên me dibirin ser de jî dixwaze şerê Kurd û Kurdan derbixe, ev jî keresatek mezine. Divê em li beramber neheqiyan destê xwe bidin hev ji ber Tirkiye hem madî hem jî manevî zererek mezin dide me.”
Soma bal kişand li ser helwesta çalakvana û wiha domand: “Pêwîste çalakvan, rêxistinên sivîl û rêxistinên cîhanê hemû bi wêrekî berjewendiyên xwe yên şexsî bihêlin aliyekê û li beramberî dagirkeriyê bisekinin. Divê ragihandin û çalakvan li dijî dagirkeriya Tirkiya bisekine. Divê hemû kes bi rêya ragihandin û tora civakî helwesta xwe bidin diyarkirin. Ên ku nikarin bi rêya tora civakî û ragihandinê helwest nîşan bide pêwîste kel û pelên malê Tirkî baykot bikin û êdî van kel û pelên Tirkî bi kar neynin. Ger em hemû bi hev re xwedî yek dengî bin emê bikaribin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi sekinin.”